Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat ragihandin
13 hêzên şoreşger ên Sûriyeyê bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk yekîtiya xwe fermî ragihandin.
13 hêzên şoreşger ên Sûriyeyê bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk yekîtiya xwe fermî ragihandin.
13 hêzên şoreşger ên Sûriyeyê bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk yekîtiya xwe fermî ragîhandin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku ji YPG, YPJ, Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Navenda Çalakiyên Hevbeş a Burkan El-Firat, Şoreşgerên Reqayê (Siwwar El-Reqqa), Şems El-Şemal, Lîwa El-Selaciqa, Tugayên Cizîrê (Elwiyet El-Cezîra), Cebhet El-Ekrad, Artêşa Şoreşgeran (Cebhet El-Ekrad, Lîwa 99, Odeya Çalakiyan a taybet 455, Lîwa El-Selaciqa, Ehrar El-Zawiya, Lîwa Sultan Selîm, Lîwa Şehîdên Etarib), Lîwa El-Tehrîr û Lîwa 99 a Muşat pêk tên bi daxuyaniyeyekê çapemeniya yekîtiya xwe bi navê Hêzên Artêşa Sûriyeya Demokratîk ragihandin.
Daxuyanî piştî civîna zêdeyî 2 saetan a nûnerên hemû hêzan, bi beşdarbûna gelek saziyên çapemaniyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Hêzên Senadîd Şêx Bender Himêdî El-Deham ve hate xwendin.
El-Deham destpêkê ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku bi beşdarbûna nûnerên gelek pêkhateyan hatiye damezirandin li hemû gelê Sûriyeyê pîroz kir û got: “Avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk gaveke dîrokî û zayîneke ji bo pêşeroja Sûriyeyê ye. Bi vê yekê dê nehcê bingeha hemû gelê Sûriyeyê li ser bingeha azadiya jinan bê avakirin. Armanca me ji vê yekê, ew ku em Sûriyeya Demokratîk ava bikin.”
Deham di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Di civîna me ya damezrîner de rewş û pêşketinên heyî yê li Sûriye û têkçûna hemû ezmûnên berê hatin nîqaşkirin. Têkçûnên hatin jiyîn ji ber destwerdana hêzên derve pêk hatine.”
Deham, destnîşan kir ku di civînê de nûnerên Ereb, Kurd, Suryanî, Asûrî û Turkmenan beşdar bûne û wiha pê de çû: “Armanca me ya sereke şerê hêzên ku dijberiya gelê Sûriyeyê dikin û di serî de çeteyên DAIŞ’ê ye. Em spasiya koalîsyona hêzên navneteweyî ku piştgiriya me kirin, dikin û careke din bang li hêzên navneteweyî dikin ku piştgiriya me bidomînin.”
Deham, da zanîn ku di dawiya civînê de Meclîsa Leşkerî ya Yekbûyî ava kirine û wiha dom kir: “Di civînê de Meclîsa Leşkerî ya Yekbûyî ku wê bi navê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk tevbigerin hate avakirin. Di dawiyê de jî banga min ji hemû ciwan û jinên ciwan ên tevahiya Sûriyeyê re heye ku beşdarî nava hêzên me bibin.”