Başûrê Kurdistanê ber bi ku ve diçe?
Di rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê serhildanên gel, meş, boykotên mamosteyan, grevên kar ên karmendan, rojeva sereke ya bultenên nûçeyan e.
Di rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê serhildanên gel, meş, boykotên mamosteyan, grevên kar ên karmendan, rojeva sereke ya bultenên nûçeyan e.
Di rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê serhildanên gel, meş, boykotên mamosteyan, grevên kar ên karmendan, rojeva sereke ya bultenên nûçeyan e. Berpirsyarên krîzê mîna 'hembêza bi şefqet a dewleta desthilatdar' daxwazên bindestan pêşwazî dike. Lê belê, ne ji bo dayîna mafênw an. Ji bo mirin û şîdeta di destê xwe de li hemberî van mirovên mafên xwe dixwazin bi kar bîne.
Baş e li Başûrê Kurdistanê çi diqewime? Xuyaye mirovên zêde bala xwe nadin vê qadê û jê dûr in, ji vê tevlîheviya ji nişka ve derket, matmayî mane.
GEL GOT 'ÊDÎ BES E'
Bûyerên di rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê qewimîn, bahoza piştî bêdengiyê bû. Hemû pêkanînên desthilatdaran, ku li her derê tê dîtin, li vir jî hebû. Yên ku pere û hêz di destê wan de bûn, ji bo desthilatdarî û ebediyeta xwe pêk bînin, serî li her rê û rêbazên nelirêtiyê dan. Gelê ku di bin bêrehmiya vê sîstemê de dinaliya piştî wextekê got 'êdî bes e'.
Temaşekirina li piştperdeya qewimînên îro, wê ji bo fêmkirina rewşê bibe alîkar.
BÊSÎSTEMÎ XWEDÎ BANDOREKE DIYARKER E
Ya yekemîn, weke ku me beriya niha gelek caran nivîsandin; rewşa ne diyar a sîstema siyasî ye. Bêsîstemiya ku çîna serdest qaşo di bin navê sîstemê de afirandin, di diyarkirina vê rewşê de xwedî bandoreke xurt e.
Li Başûrê Kurdistanê, ku 24 sal in xwedî statuyekê ye û bûye xwedî sîstemeke federal, bi ti awayî qanûn û destûra bingehîn derbasdar nîne. Tiştekî ku mirov jê re bêjin Destûra Bingehîn a mafê her kesî li pêşberî qanûnan diyar dike, di meriyetê de nîne. Herêmeke ku bi salane bi pêşnûmeya destûra bingehîn, bi hevsengiyên berjewendiyên du partiyên xurt tê birêvebirin.
Her çend weke sîstemeke siyasî ya ji parlamentekê, meclîsekê, serokekî, serokwezîrekî tê dîtin jî, ji aliyê cewherî ve ev yek yekîtiya berjewendiyên du partiyên sîstema siyasî, aborî û civakî destnîşan dike bû. Ev her du partî jî PDK û YNK bû. Di nava çend salên dawî de Tevgera Goran jî li van zêde bû. Tevgera Goran weke beşek ji YNK'ê qut bûyî, mîna sêyemîn hêza mezin a li herêmê derket holê.
SINDOQ NEHATIN DANÎN, SEROKÊ NÛ NEHAT HILBIJARTIN
Herêm bi hevsengiyên navbera van hêzan re xwe gihand heta roja îro. Li gorî parvekirina hevsengiya hêzê ya navbera van partiyan, serokê parlamentê di destê PDK'ê de, serokwezîrê herêmê bi awayekî dorveger di destê PDK û YNK'ê û serokatiya parlamentê jî wê di destê Tevgera Goran de bûya. Baş e ev rewş wê heta bi hetayê dewam bikira? Bêguman na. Mesûd Barzanî yê ku wezîfeya wî ya serokatiya herêmê beriya demekê hatibû dirêjkirin, dema wî ya wezîfeyê di 20'ê Tebaxa îsal de bi dawî bû. Diviyabû ji bo hilbijartina serokê nû sindoq bihata danîn û serokê nû bihata hilbijartin. Lê belê ya dihat hêvîkirin nebû. Sindoq nehat danîn, serokê nû nehat hilbijartin.
Lê belê ev rewş li dijî destûra bingehîn bû. Çar partiyên din ên hikûmetê pêk tîne YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû Îslam û Komala Îslam li dijî vê rewşê sekinînin. PDK'ê jî ev daxwaz qebûl nekir û xwest dema wezîfeyê ya Barzanî were dirêjkirin. Lê belê vê carê, ev her çar partî li dijî vê daxwazê derketin. Xitimandineke bi vî rengî nedihat payîn. Bi mehan berî bidawîbûna wezîfeya Mesûd Barzanî, bi beşdariya her pênc partiyan civîn hatin lidarxistin. Beriya hatina dema hlbijartinê diviyabû pirsgirêk bihata çareserkirin. Li ser hev li Hewlêr û Silêmanî civîn hatin kirin.
Lê belê ev pirsgirêk çareser nebû. Aliyan li ser rê û rêbazên hilbijartina serok, wezîfe û erkên dema nû de, li hev nekirin.
Bi hatina 20'ê Tebaxê re, ji ber ku hilbijartin nehat kirin û serokê nû nikarî bê hilbijartin, dema serokatiyê ya Mesûd Barzanî qediya û li gorî destûra bingehîn diviyabû erk û wezîfeya xwe radestî serokê parlamentê bikira. Lê belê mîna ku her kesî texmîn dikir Mesûd Barzanî wezîfeya xwe radestî serokê parlamentê yê ji Tevgera Goran Yûsûf Mûhamed nekir. Bi kurtasî li dijî destûra bingehîn tevgeriya. Ji bo çareseriya krîzê di navbera partiyan de hevdîtinan dewam kir.
KRÎZA ABORIYÊ BÛ SEDEM KU MIROV JI WELÊT BIREVIN
Lê belê pirsgirêkek din hebû: Krîza aborî bi krîza siyasî re xwe da der. Aboriya herêmê ya li ser bikaranînê ye, roj bi roj têk çû.
Li krîza siyasî ya navbera Hewlêr-Bexdayê de aliyên nû zêde bûn. Diviyabû herêma federal firotina petrolê di ser Bexdayê re bike, lê ev yek bi awayekî De Facto ji holê rakir. Di navbera herêma federal û dewleta Tirk de firotina petrolê pêk hat. Bexdayê bersiveke tund da vê. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê di navbera Bexda-Hewlêrê gelek hevdîtin hatin kirin. Lê belê encama dihat xwestin bi dest ket. Hikûmeta Bexdayê ev rewş û krîzên siyasî û aborî yên bi êrîşên DAIŞ'ê re giran bûn, kir hincet û para ji sedî 17'an a budçeya navendî neda herêmê. Dema ev yek nehat dayîn, hingî krîza aboriyê ya li herêmê girantir bû.
Hewlêrê bi van hincetan, meaşên karmendan û pêşmergeyan neda. Vê yekê bi mehan dewam kir. Li herêma ku nediyariya siyasî roj bi roj rê li ber krîzê vedikir, vê carê krîza aboriyê xwe da der. Hêza gel a ji bo kirînê kêm bû, bêkarî zêde bû. Sektora înşeatê ku piştî petrolê duyemîn mezintirîn qada kar e, gihaşt ber têkçûnê. Ji ber ku ji bilî van û karê çandinî û sewalkariyê, yekane çavkaniya debarê ev meaş bûn, bi nedayîna meaşan re mirovan êdî destpêkirin ji welêt birevin.
Di destpêkê de ciwanan berê xwe dan welatên derve û dûre malbatan welat terikandin. Li gorî hejmarên ne fermî zêdeyî 30 hezar mirov derketin derveyî welat.
PARLAMENT NECIVIYA
Tevî van hemûyan, hat gotin ku hêzên xwedî desthilatdariyê ne, di hatineyên petrolê de nelirêtiyê dikin. Civaka ku di nava vê nediyariya siyasî, aborî û nelirêtiya desthilatdaran de tengav bû, êdî gihaşt radeyeke nema karibe xwe lê rabigire. Ev rewşa tengezar her çend car carna bi xwe re nearzîbûnên giştî dianî jî, zêde bandor li siyasetê nedikir. Bi tenê di asta hişyarîdayînê de bû. Ji ber kûrbûna van krîzan û zêdebûna reva mirovan ji welêt, rewşenbîr, rêxistinên civakî yên sivîl û hin parlamenteran banga kombûna bi vê mijarê li parlamentê kirin, lê parlament neciviya. Çîna siyasetê, bi tenê ji bo çareserkirian krîza serokatiyê civînên navbera pênc partiyan dewam kir. Lê belê ji van civînan heta roja îro ti encam derneketiye.
Li gel van qewimînan, di meha Hezîranê de komîteyek ji 22 kesan ji nava parlamentê hat hilbijartin û dest bi xebatên ji bo destûra bingehîn a nû kir. Vê komîteyê diviyabû xebatên xwe di meha Tebaxê de bi dawî bikira û destûra bingehîn ji bo dengdayînê pêşkêş bikira. Lê belê ji ber ku di mijara serokatî û lihevnekirina partiyên siyasî çareser nebû, ev yek bi ti awayî neket rojevê.
SERHILDAN JI ALIYÊ MAMOSTEYAN VE HAT DESTPÊKIRIN
Civak roj bi roj li pêşberî vê nediyariya siyasî û aboriyê bêhtir tengav dibû û êdî nerazîbûnên xwe bi dengekî bilindtir bilêv dikir. Tevî vê yekê jî rêveberiya herêmê û yên aboriya herêmê di destê xwe de digirtin, bala xwe nedidan ser vê daxwaza gel. Di vê rewşê de, demeke kurt piştî vebûna dibistanan mamosteyên ku 4 meh in nikarin meaşên xwe bigirin, nxwepêşandana komî lidar xistin û bi boykota dibistanan re li Silêmaniyê serhildanan destpê kir. Hêzên ewlekariyê dest li wan werdan û gelek birîndar bûn. Ev helwesta hêzên ewlekariyê rastî nerazîbûna gel hat. Li Ranya û navçeyên cuda ji bo destekkirina mamsoteyan çalakî hatin lidarxistin û ev çalakî li tevahiya herêmê belav bûn. Lê belê vê carê ne tenê mamosteyan, gel jî çalakî lidar xist û herêm bi carekê ve tevlîhev bû.
Di nava çend rojên çalakiyan de, ji ber destwerdana tund a hêzên ewlekariyê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn, bi sedan kes hatin binçavkirin.
Nerazîbûna gel berê xwe da PDK'ê. PDK a ku di bûyîna serokê herêmê de bi israr e, weke berpirsyarê sereke yê krîzên aborî û siyasî tê dîtin.
PDK'Ê JI VAN NERAZÎBÛNAN TEVGERA GORAN BERPIRSYAR DÎT
Krîza bingehîn piştî protestoyan di nava aliyên siyasî de xwe da der. PDK li pêşberî nerazîbûna gel, îdîa kir ku ji nerazîbûnên li hemberî PDK'ê Tevgera Goran berpirsyar e. Di sibeha 12'ê Cotmehê de nehişt ku serokê parlamentê yê ji Tevgera Goran Yûsûf Mûhamed bikeve nava bajarê Hewlêrê û 4 wezîrên ji Tevgera Goran ji aliyê Serokwezîr Nêçirvan Barzanî ve ji wezîfeyê hat girtin. Di serî de Tevgaer Goran hemû partiyên siyasî, ev yek weke darbeyê nirxand.
SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK A PIRALÎ WÊ KARIBE BÊ AVAKIRIN?
Weke encamê; Başûrê Kurdistasnê ji ber nediyariya aborî û siyasî ev bi mehan e diheje. YNK, Tevgera Goran, Yekgirtû Îslam û Komala Îslam dixwzin serokê herêmê ji niha û pê ve ji aliyê parlamentê ve bê hilbijartin û erkê xwe bi sînor be. PDK dixwze bi heman erkê ji aliyê gel ve were hilbijartin. Her wiha bi israr e ku Mesûd Barzanî ji nû ve weke serok bê hilbijartin. Tevî hebûna vê krîzê, daxuyaniya Serokwezîr Nêçirvan Barzanî ya ku Tevgera Goran li derveyî hikûmetê dihêle, krîz derxistiye asteke nû.
Di rewşa heyî de ev pirs tên prisîn: Ev krîza sîstemî û aborî, ji niha û pê ve wê çawa ji holê rabe? Partî wê di nava xwe de rêya çareseriyê bibînin? Ev helwesta PDK'ê ya Tevgera Goran li derve dihêle, wê di nava bingeha Tevgera Goran de rê li ber reaksiyonekê veke? Ya herî girîng jî wê alî karibin li hev kom bibin û ji nava sîstemeke li dora partiyan rizgar bibin û sîstemeke demokratîk a piralî ava bikin? Yan jî wê rêveberiyek ji du navendan (Silêmanî-Hewlêr) xwe ferz bike? YNK bi daxuyaniyên xwe re destnîşa dike ku ew ê bi ti awayî destûra vê nede. Lê belê di nava vê rewşa nediyar de rêyeke çareseriyê ya li kulîsan li ser tê axaftin ev e. Eger hevsengiya navbera partiyan a li herêmê neyê hilweşandin û şêweyekî rêveberiya demokratîk a rasteqîn neyê afirandin, xuyaye çareseriya krîza aborî û siyasetî zehmet e.