HPG’ê nasnameya gerîlayê li Şengalê jiyana xwe ji dest da aşkera kir
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê ragihand ku gerîlayê bi navê Egîd Gabar di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest daye.
ANF
ŞENGAL
pêncşem, 15 kewçêrê 2015, 14:03
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê ragihand ku gerîlayê bi navê Egîd Gabar di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê têkildarî gerîla Egîd Gabar ev daxuyanî da:
Di navbera 8 – 11’ê Cotmehê de çarçoveya azadkirina Şengalê di pêşengiya YBŞ’ê de li Geliyê Şîlo pêngavek ku hat destpêkirin hêzên me yên HPG-YJA Star jî bi awayekî aktîf tevlî vê bûn. Di operasyona 4 rojan de derbên giran li çeteyan hatin xistin. Di vê berxwedana ku bi dehan çete hatin kuştin gerîlayê me yê HPG’ê Egîd Batman têkoşîneke bi heybet û mînaka qehrementiyê nîşan da û tevlî karwanê şehîdan bû. Terzê bi biryar ê têkoşînê yê hevrêyê me Egîd di vê berxwedanê de nîşan da, wê di pêngava azadiya Şengalê de xeta serketina me be.
Têkildarî gerîlayê jiyana xwe ji dest da ev agahî hatin dayîn: