Endamên meclîsê yên ji wezîfeyê hatin dûrxistin: Em biryarê nas nakin
Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel û 16 endamên şaredariyê yên Êlihê ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin endamên meclîsê gotin; ‘Em vê biryarê nas nakin.’
Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel û 16 endamên şaredariyê yên Êlihê ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin endamên meclîsê gotin; ‘Em vê biryarê nas nakin.’
Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel û 16 endamên şaredariyê yên Êlihê ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin, nerazîbûnên li hember vê birayê didomin. Endamên meclîsa şaredariyê yên têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivîn gotin: “Ji ber biryar bêhurmetiya li hember îradeya gel e nas nakin.”
Daxuyaniya endamên meclîsê wiha ye;
Nevaf Taş: Ev operasyoneke qirkirina siyasî ye, dîlgirtin e. Armanca wan ev e ku kesên gel hilbijartine ji wezîfeyê dûr bixin û şaredariyê bi dest bixin. Niha dixwazin bi 10 endamên meclîsê re şaredariyê ji gel bigirin. Lê wê negihêjin armanca xwe. Gel em hilbijartine, tenê gel dikare me ji wezîfeyê bigire. Em biryara Wezareta Karên Hundir nas nakin. Em ê di aliyê hiqûqî de jî şopdarê vê mijarê bin.
Sebahat Acar: Di rastiyê de ev biryar zilm û heqareta xwe li hember gelê Êlihê ye. Ez dubare dikim ku ev polîtîkayeke qirêj a dewletê ya ji bo hilbijartinan e. Wê di xwîna ku dirijînin de bifetisin. Ew jî di ferqê de ne ku wê di vê hilbijartinê de bi temamî tine bibin.
Hevşaredarê Balpinar Gulcemal Erdînç: Ez diyar dikim ku vê biryarê nas nakim. Ev wezîfeya ku gel daye me, tenê gel dikare ji me bigire.