KCK'ê bang li hilbijêrên li Ewropayê kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê hilbijartinên 1'ê Mijdarê û dengdayîna li Ewropa de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê hilbijartinên 1'ê Mijdarê û dengdayîna li Ewropa de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê hilbijartinên 1'ê Mijdarê û dengdayîna li Ewropa de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCK'ê bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û bang li gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn kir, ku biçin ser sindoqan.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku gelên Kurdistanî û Tirkiyeyî di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji bo yekîtiya demokratîk a Tirkiyeyê deng bi kar anîn û serketineke mezin bi dest xistin.
AKP DIXWAZE DI HILBIJARTINÊN 1'Ê MIJDARÊ DE BI HÎLEYAN BI SER BIKEVE
Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, li dijî polîtîkayên tekparêz û otorîter ên hikûmeta AKP'ê, xeta neteweya demokratîk bi ser ketiye. Di şexsê HDP'ê de yekîtiya demokratîk a Tirkiyeyê pêk hatiye, ji aliyê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ve pêşketineke girîng hatiye afirandin. Têkçûna AKP a rê li ber tengezarî û berberîbûnê vedike, di nava civaka Tirkiyeyê de rê li ber rehetbûyîneke mezin vekiriye. Zîhniyeta demokratîk a di şexsê HDP'ê li Tirkiyeyê derket holê, hêviyeke mezin afirand. Tevî rola mezin a gelê me yê li Kurdistan û Tirkiyeyê, pareke mezin a gelê me û dostên me yên li Ewropayê jî di vê serketina HDP'ê de heye. AKP û MHP ên ku nikarîn xwe li serketina HDP'ê û zîhniyet û ruhê 7'ê Hezîranê rabigirin, hînê ji roja destpêkê ve encamên hilbijartinê red kirine û ji bo hilbijartinê ji nû ve bidin kirin serî li her lîstik, hîle û komployan dane. Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê li hemberî hilbijartinên 7'ê Hezîranê komployek kirine. Tevî ku ji hikûmetê keitne jî, dest ji desthilatdariyê bernedane. Ji bo dest ji desthilatdariya xwe bernedin şer dane destpêkirin û xwestine di nava rewşeke aloz û şer de bikevin nava hilbijartinên 1'ê Mijdarê. Plan kirine ku di rewşeke bi vî rengî de, bi zext û hîleyan hilbijartinê qezenç bikin. Li ser bangên ji nava Tirkiyeyê û ji derve hatin kirin, tevgera me ya azadiyê bêçalakîtî îlan kir, lê belê hikûmeta AKP'ê ev nas nekir û operasyonên leşkerî û êrîşên xwe zêde kir. Bi vî rengî zelal kiriye ku dixwaze di rewşeke aloz, şer û zextan de bikeve nava hilbijartinê."
DIVÊ HÎN BÊHTIR XWEDÎ LI RUHÊ 7'Ê HEZÎRANÊ BÊ DERKETIN
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê ev lîstik û komploya hikûmeta AKP'ê ya ji bo hilbijartinê were pûçkirin" û ev xal hat destnîşankirin:
"Ji ber vê yekê, pêwîste gelên Tirkiyeyê û hemû hêzên demokrasiyê hîn bêhtir xwedî li ruhê 7'ê Hezîranê derkevin, serketina di 7'ê Hezîranê de hat bidestxistin bêhtir mezin bikin û rê nedin armanca hikûmeta AKP'ê ya avakirina sîstema otorîter hegemonîk. Lewma, girîng e gelê me yê li Ewropayê ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê bêhtir bala xwe bide ser van hilbijartinan, ji bo derbeke girîng li derba AKP'ê ya ku li encamên hilbijartinê yên 7'ê Hezîranê xistibû bixe, dengên HDP'ê zêde bike. Dengên gelê me û hêzên demokrasiyê yên li Ewropayê, di vê hilbijartinê de bêhtir girîng bûne. Pêwîste pêşî li hewldanên ku dixwazin HDP'ê di binê bendê de bihêlin û bi tena serê xwe bibin desthilatdar, were girtin. Divê gelê me yê li Ewropayê vê hilbijartinê gelekî girîng bibîne. Pêwîste zanibe ku dengekî bi tenê jî gelekî hêja ye û biçe ser sindoqan. Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Elewî û hemû pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê, serketina hêzên demokrasiyê yên li dora HDP'ê civiyane, pir zêde girîng e. Ji bo dilsoziya bi bîranîna 120 demokrat, sosyalîst, welatparê û gelê me yê kedkar ên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin, girîng e her hilbijêr biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Divê dengekî bi tenê jî vala neçe."
BANGA DENGDAYÎNÊ LI HILBIJÊRÊN LI EWROPAYÊ HAT KIRIN
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di daxuyaniya xwe de ev bang li hibijêrên li Ewropayê dengê xwe bi kar bînin kir:
"Gelê me, hêzên demokrasiyê, Elewî, sosyalîst û hemû dostên me yên li Ewropayê, di rojên bi vî rengî yên girîng de her tim rola xwe lîstine. Dema mijar têkoşîn û xebateke cidî be, gelê me û gelên me her tim ketine nava tevgerê û rabûne ser piyan. Di dema komploya navneteweyî de hişyarî û baldariya gelê me ya li hemberî êrîşan, her tim di asta herî bilind de bû. Mînakeke din a vê yekê jî, di 7'ê Hezîranê de hat nîşandan.
Zîhniyet û ruhê 7'ê Hezîranê gelekî girîng e. Girîng e xwedî li vê bê derketin û were pêşvebirin. Pêşeroja azad û demokratîk a Tirkiyeyê, bi pêşvebirina vî ruhî ve girêdayî ye. Pêwîste gelê me yê li Ewropayê vê rastiyê baş bibîne û bi berpirsyarî rabe.
Ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê li Ewropayê pêvajoya dengdayînê destpê kiriye. Tevahiya gelê Kurd û mirovên bawermend, pêwîste sîleyekê li Erdogan ê ku dixwaze rejîmeke siyasî faşîst otorîter hegemonîk ava bike, bixin.
Em bawerin ku gelê me, gelên me yên li Ewropayê mîna 7'ê Hezîranê wê di hilbijartinê de encameke serketî bi dest bixin û em bang li her kesî dikin ku di vî warî de bixebitin û ji karê wan re serketinê dixwazin."