Gelê Êlihê li îradeya xwe xwedî derket

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr diyar kir ku tenê gelê Êlihê dikare wan ji wezîfeyê bigire.

Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr diyar kir ku tenê gelê Êlihê dikare wan ji wezîfeyê bigire.

Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulistan Akel, bi wan re 16 endamên meclîsa şaredariyê û 3 endamên meclîsa giştî ya bajar bi nivîsek ji aliyê Wezareta Karên Hundir bi hinceta tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya îlankirina xwerêveberiyê bûne ji wezîfeyê dûr xistin, ev biryara dûrxistinê li Êlihê bi daxuyaniyek çapemeniyê ya girseyî ve hat şermezarkirin.

Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulistan Akel, bi wan re 16 endamên meclîsa şaredariyê û 3 endamên meclîsa giştî ya bajar bi nivîsek ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Îdareyên Xwecîhî ya Wezareta Karên Hundir bi hinceta tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya îlankirina xwerêveberiyê bûne ji wezîfeyê dûr xistin, ev biryara dûrxistinê li Êlihê bi daxuyaniyek çapemeniyê ya girseyî ve hat şermezarkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim, Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Sêrtê Abdullah Çetîn, hevserokên bajarok, navçe û bajar ên HDP’ê yên Êlihê jî tê de bi hezaran kesî li pêşiya Şaredariya Êlihê, vê biryara wek derbeyek sivîl nirxandin û dûrxistina wezîfeyê protesto kirin. Pankarta, “Em li hember derbeyê serî natewînin, em ê hem xwe hem jî bajarê xwe bi rê ve bibin” hate vekirin. Di çalakiya protestoyê de Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr der bir ku zagonên Qesrê di meriyetê de ne û got: “Hikûmeta AKP’ê piştî 7’ê Hezîranê li hember gelên Kurdistanê şer îlan kiriye, ji duh û pêv jî li hember îradeya gelê Êlihê derbeyek pêk aniye.”

TI WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR Ê HATIYE TAYÎNKIRIN NIKARE KESÊN KU GEL HILBIJARTINE JI WEZÎFEYÊ BIGIRE

Hevşaredar Ozdemîr wiha berdewam kir: “Em vê biryara jixwe nas nakin û em dixwazin li vir jî aşkera bikin. Em kesên ku dibêjin ‘Li hember sindoqan rêzdar bin” careke din bang dikin ku li hember sindoqan rêzdar bin. Ger gelê Êlihê li ser sindoqan me ji wezîfeyê dûr bixe, wê demê em ê bibêjin ser seran û her du çavan, em ê rêzê ji biryarê re bigirin. Ti wezîrê karên hundir ê hatiye tayînkirin nikare kesên ku gel hilbijartiye ji wezîfeyê bigire.”

Hevşaredar Ozdemîr bang li gelê Êlihê jî kir û got: “Ez ji vir bang welatiyên me yên li Êlihê dengê xwe dane AKP’ê dikim; polîtîkayên vê hikûmetê yên derbeyê bibînin, komkujiyan bibînin, êdî dem hatiye ku em jê re bibêjin bisekine. Li bajarên Kurdistanê, hilbijêrên nêzî %75 deng girtine bê hiqûqî û bi derbeyê ji wezîfeyan tên dûrxistin. Ger hûn li hember vê bê bertek bimînin, sibê wê hiqûq ji we re jî pêwîst bibe, wê li we jî vegere. Werin em niha bi hev re bibin yek û em ji vê rejîma dîktatortiyê re bêjin rawest e.”

Piştî Hevşaredarê Êlihê mafê axaftinê Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran wergirt û got: “Ev, ji bo gelê me bangek vekirî ye, ger yên hilbijartî tên girtin û ji wezîfeyan tên dûrxistin, ev ji bo we heqareteke herî mezin e. Bi vê dixwazin vê bibêjin, hûn ne xwedî mejiyê xwerêvebirinê ne. Em ê we ji Enqereyê, ji Qesrê we bi rê ve bibin. Em jî bang tevahî gelê Êlihê dikin bila li hember vê bertekên xwe yên demokratîk raber bikin. Li hember derbeya Qesrê wek gelê Êlihê, em ê di nav berxwedanek mezin a demokratîk de bertekên xwe nîşan bidin, pêwîst e bibînin ku êdî nikarin li hember vî gelî vê zilmê pêk bînin.”

Piştî axaftinan girseyê bi çepik û dirûşman ve demek dirêj biryar protesto kir.

...