Li Bînbîrê pevçûnên dijwar

Piştî KCK’ê biryara bêçalaktiyê îlan kir, artêşa Tirk li herêmên gerîlayên HPG’ê operasyonên xwe zêdetir kir. Operasyona artêşa Tirk a 26’ê Îlonê li herêma Bînbîr a girêdayî Geverê destpê kiribû jî didome.

Piştî KCK’ê biryara bêçalaktiyê îlan kir, artêşa Tirk li herêmên gerîlayên HPG’ê operasyonên xwe zêdetir kir. Operasyona artêşa Tirk a 26’ê Îlonê li herêma Bînbîr a girêdayî Geverê destpê kiribû jî didome.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku piştî biryara bêçalaktiyê artêşa Tirk li hember herêmên ku hêzên gerîla lê ne operasyonên xwe zêdetir kiriye. HPG’ê diyar kir ku di encama êrîşên zêde de pevçûn jî zêde bûne û wiha got:

“Di vê çarçoveyê de berî pêvajoya bêçalaktiyê û dû vê pêvajoyê hinek detay wiha ne:

Ji 26’ê Îlonê û vir ve li herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê pevçûnên berfireh û giran didomin.

10’ê Cotmehê li gundên Belatî û Biyadir ên navçeya Çelê ya Colemêrgê, komek kontra ji 4 mêr û jinekê pêk tê, cilên hêzên gerîlayên me yên leşkerî li xwe dikin û ji gel alîkariyan kom dikin. Pêwîst e gelê me li hember vê koma kontra hişyar û baldar be.

LI HEMBER QEREQOLA PERÎXANÎ ÇALAKÎ

10’ê Cotmehê saet 07.40’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Perîxanî ya li herêma Bajarkê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiya bersivdayînê li dar xistin û di çalakiyê de 7 leşker kuştin. Li gor agahiyên hatin bidestxistin ji leşkeran yek serdar e. Di medyaya şerê taybet tê gotin ku serdarek nexweş ketiye û miriye, lê ev nûçe ti têkîliya xwe bi rastiyê tineye. Ev serdar di çalakiyê de hate kuştin.

10’ê Cotmehê artêşa TC li Şirnex û Silopiyayê dest bi operasyonê kirin, piştî wê du rojan 12’ê Cotmehê leşker bi tank û wesayîtên zirxî ve ketin gundê Gundik Remo. Her wiha baskekî ji leşkerên ku ji gundê Sipîndarokê ketin Şehîdgehên Şehîd Cûma û Şehîd Binevş, bi wesayîtên zirxî ve ber bi girê Konferas ve çûn. Artêşa Tirk êrîş bir ser gelê me yê çalakvanên Mertalên Zindî ku li hember êrîşên şehîdgehan disekinîn û gelek kes binçav kir.

Artêşa Tirk bi tankan şehîdgeh xera kirin. Bi leşkerên ku li derdora şehîdgehê derketin operasyonê ve êvarî saet 18.00’an li nêzî Sipîndarokê pevçûnê rû da. Di encama pevçûnê de leşkerek hat kuştin, yek jî birîndar bû. 14’ê Cotmehê danê sibê saet 06.00’an ev operasyon bi temamî vekişiya.

14’ê Cotmehê saet 14.00’an li rêya navbera gundên Golik û Melediyê yên girêdayî navçeya Şemrex a Mêrdînê, komek kontra ku ji 5 kesan pêk tên, dema ku hewl didan mayinê bi cih bikin, gundiyan ew ferq kirine. Ev koma dema fêm kir ku hatine ferqkirin, kelûpelên xwe û mayina xwe kom kirin, ji qadê dûr ketin. Ev koma kontra bi destûra Walîtiya Mêrdînê li herêmê bi wesayîtek reş a Doblo tevdigere.

14’ê Cotmehê saet 05.30’an bi wesayîtên zirxî û bi otobusan ve hêzên kontra yên AKP’ê ser malên li gundên Yestî û Şêx Mahmût ên girêdayî navçeya Mehsert a Mêrdînê de girtin û 3 kes binçav kirin. Ji gundê Yestî Huseyîn Ortaç, ji navenda navçeya Mehsertê Barzan Şîmşek û ji gundê Şêx Mahmût jî welatiyê bi navê Hasan Gumuş hatin binçavkirin.

LI MERSÎNÊ LI HEMBER POLÎSAN ÇALAKÎ

11’ê Cotmehê li terqarêya Kurtalî ya navçeya Toroslar a Mersînê tîmek gerîlayê me ji bo bîranîna şehîdên Amedê 3 polîs kirin hedef. Di vê pevçûna demkurt de polîsek hat kuştin, tîma me saxlemî vegeriya bargehên xwe.

14’ê Cotmehê saet 11.00’an leşkerên di nav tevgerê de ber bi herêmê gerîlayên me ve diçûn herêma Şehîd Rojhat a li navbera rêyên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê, gerîlayên me lê dan û di encama van lêdanan de leşkerek kuştin.

Ev çend roj in yekîneyên veşartî yên girêdayî artêşa TC li gundên Dizeynî û Biryan ên girêdayî navçeya Licê kemînan datînin.

14’ê Cotmehê saet 19.00- 22.00’an artêşa TC bi hawan û tankan ve herêma Sîtê (herêma Şehîdgehê) bomberdûman kir.

13’ê Cotmehê saet 06.00’an artêşa TC bi piştgiriya cerdevanan li herêma Nanîvan a navçeya Xîzan a girêdayî Bedlîsê dest bi operasyonê kir û ser nûqteyê de girtin. Di navbera hêzên gerîlayên me û leşkeran de pevçûn derket. Di van pevçûnan de hejmara mirî û birîndaran bi zelalî nehate bidestxistin, hêzên gerîlayên me jî bi manevra ve bê ku ti windahiyan bidin xwe rizgar kirin. Yekîneyên veşartî di erazî de hiştin û operasyon paşve kişandin.”