Li Şirnexê polîsan dor li sê taxan girtin, gel li ber xwe dide
Li Şirnexê polîsan dor li sê taxan girtin û tê gotin ku guleyan li malan direşînin. Şêniyên taxan daketin kolanan û êrîşa dewletê protesto dikin.

Polîsên tevgera taybet nîvê şevê dor li taxên Yeşîlyûrt, Dîcle û Yenîmahaleyê girtin. Lê belê danê sibehê ji taxa Yenîmahaleyê dengê çekan hat bihîstin. Şêniyên taxan daketin kolanan û êrîşa polîsan protesto dikin. Li hin kolanên vê taxê dengê çekan tê.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê xwest bikeve taxa Yenîmahale, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Ferhat Encu der barê mijarê de agahî da ANF'ê û got, "Ji taxa Yenîmahaleyê dengê çekan tê. Tax bi temamî hatiye dorpêçkirin. Der barê mirî û birîndaran de ti agahî negihaşt ber destê me. Lê belê me bihîst ku wesayîteke zirxî hatiye îmhakirin."
Parlamentera bajêr Aycan Îrmez a li taxê ye anî ziman ku dengê çekan ji hin kolanan tê û diyar kir ku gel li kolanan êrîşê şermezar dike.