'Em xwerêveberiyê ava bikin; destûrê nedin rêveberiyên mêtinger'

Komîteya Rêveberiyên Xwecihî û Ekolojî ya KCK’ê li hember polîtîkayên qirkirinê banga bilindkirina berxwedanê kir.

Komîteya Rêveberiyên Xwecihî û Ekolojî ya KCK’ê li hember polîtîkayên qirkirinê banga bilindkirina berxwedanê kir.

Komîteyê banga rêxistinkirina pergala xwerêveberiyê û di avakirinê de tevlîbûnek aktîf kir û xwest bila kes destûrê nede rêveberiyên mêtinger.

Komîteya Rêveberiyên Xwecîhî û Ekolojî ya KCK’ê der barê polîtîkayên qirkirinê yên AKP’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de tê destnîşankirin ku gelê Kurd ji sala 1999’an û vir ve bi şîara, “Em ê hem xwe hem jî bajarê xwe bi rê ve bibin” ve feraseta rêveberiyên xwecîhî û pergala demokratîk pêş dixe, hikûmeta AKP û dewleta Tirk vê hazm nakin. Daxuyanî bal dikişîne ku di her firsendê de hikûmet û dewlet êrîşên xwe mezintir dikin û di polîtîkayên mêtingeriyê de israr dikin, wiha berdewam dike: “AKP û dewlet li hember daxwazên gelê Kurd ên aştixwaz, azadîxwaz û ekolojîk bi polîtîkayên şîdet, zext û qirkirinê ve bersivê dide.”

'AKP KETIYE NAV PANÎKÊ, SERÎ LI RÊYA TESLÎMGIRTINA ÎRADEYA GEL Û KOMKUJIYAN DIDE'

Daxuyaniyê bal kişand ser polîtîkayên komkujî, qirkirin û şer ên faşîzma AKP’ê li Kurdistanê li hember îlankirinên xwerêveberiyê û got: “Hedefa wan ew e ku nirxên dîrokî û çandî yên nexşeya Kurdistanê tine bikin, pêkanînên biyanî û mêtingerî bixin meriyetê.”

Daxuyanî wiha didome:

“Feraseta dagirker a ku îrada gel tine dihesibîne, berê rêveberiyên şaredariyê yên Sûr û Cizîrê jî bi hincetên ji avê ji wezîfê girtin, her wiha sala 2009’an di hilbijartinên xwecîhî de hikûmeta AKP’ê li Kurdistanê têk çû û bi pêşxistina operasyonên qirkirinên siyasî, di serî de şaredar, endamên meclîsê û endamên meclîsa giştî, hejmarek mezin siyasetmedar girtin. Duh çawa bi rêbazên ne rewa ve îradeya gel tine dihesibandin, dest danîn ser rêveberiyên şaredariyan û rêveber girtin, îro jî ji bi tirsa windakirina desthilatiyê û panîkê ve komkujiyan pêk tînin; AKP’e di pêkanînên faşîzan de ti sînoran nas nake. AKP’ê encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê hezm nekir, piştî îlankirina xwerêveberiyan jî êrîşên xwe zêdetir kir û xwest gel bitepisîne, îradeya wan teslîm bigire. Bi dehan hevşaredar, endamên meclîsan, endamên meclîsên giştî yên bajar ku bi piştgiriyek mezin a gel ve hatin hilbijartin, girtin û şandin girtîgehan. AKP ji bo girtinan nikare ti hinceta bibîne, pergala hevserokatiyê ku xwe dispêre nûnertiya wekhev, pergalek demokratîk e, wek delîlên suc nîşan dide. Herî dawî Hevşaredarên Êlihê, giştî endamên meclîsa DBP’ê û endamên meclîsa giştî ya bajêr ji wezîfeyê hatin girtin, walîyê AKP’ê dest danî ser şaredariyê.”

'PÊWÎST E XWERÊVEBERÎ AVA BIBIN'

Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku gelê Kurd xwedî têkoşînek çil salan e û îradeyek gel a bi rêxistinî heye, wiha dom kir: “Di paşerojê de gelê me çawa li hember van êrîş û polîtîkayên teslîmgirtinê serî netewandibe, îro jî bi seknek gel a bi rêxistinî û bi hişmendiyek mezin a azadiyê wê li hember êrîşan bisekine, li nirxên xwe û îradeya xwe xwedî derkeve. Pêwîst e gelê me li hember rêveberiyên mêtinger ku xwe dispêrên desthilatiya serweriya ser civakê, tevlî rêxistinkirina pergala xwerêveberî ya xwe dispêre perspektîfa neteweya demokratîk bibe û di avakirinê de aktîf cih bigire, destûrê nede rêveberiyên mêtinger, biyanî û ne rewa.”

'PÊWÎST E TÊKOŞÎNEK HEVPAR AVA BIBE; HETA ENCAM BÊ GIRTIN JÎ BERXWEDAN BÊ MEZINKIRIN'

Komîteya Rêveberiyên Xwecîhî û Ekolojî ya KCK’ê di dewama daxuyaniyê de got, “Li hember pêkanînên qirkirinê yên AKP’ê, bi hişmendiya jiyana ekolojîk, dîrok û çandê ve sekin raberkirin, wezîfeya herkesê ku dixwaze wek mirovan jiyan bike ye” û ev bang kir:

“Ji bo jiyana azad a xwe dispêre xwerêveberiyê, berxwedanek mezin, çalakî, hişmendî û rêxistinbûyîn pêwîst e. Ji ber vê jî pêwîst e gelê Kurd û tevahî hêzên demokrasiyê  xeta têkoşîna hevpar ava bikin û di nav piştevaniyê de bin. Li hember polîtîkayên komkujer, dem dema rêxistinbûyinê ye. 

Em di serî de gelê Êlihê, bang li tevahî gelê me û hêzên demokrasiyê dikin ku bi şîara, “dest nede îradeya me” ve heta dawî li faşîzma AKP’ê bê, li tevahî bajar, bajarok, gundan bi ruhê jiyana azad û rizgariyê ve berxwedanê pêş bixin û heta encam bigirin jî têkoşînê mezin bikin.”