Hevşaredar û endamên meclîsê yên Şaredariya Êlihê ji wezîfeyê hatin wergirtin - HAT NÛKIRIN

Hevşaredar û 17 endamên meclîsê yên Şaredariya Êlihê bi talîmata Wezareta Karên Hundir ji wezîfeyê hatin wergirtin.

Wezareta Karên Hundir hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Hevşaredara girtî Gulîstan Akel û 17 endamên meclîsên şaredariya Êlihê û bajaroka Girêsira ji peywirê dûr xist.

Wezareta Karên Hundir di nava wan de Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Hevşaredara girtî Gulîstan Akel û 17 endamên meclîsa şaredariya Êlihê ji peywirê dûr xist.

Endamên meclîsê yên ji peywirê hatine dûrxistin ev in: "Endamên meclîsa şaredariya Êlihê M. Alî Nasiroglu, Bayram Demîr, Gulten Tanguder, Hamîde Çelîk, Hulya Baltaş, Vîldan Ergul Tîlegî, Necmî Dîlmac, Sabahat Acar, Nevaf Taş, Zehra Gonul, Mehmet Kara, Burhan Şat, Nasir Taş, M. Hakki Îpek, Ayhan Sevîm, Ufuk Buluti endamê meclîsa şaredariya bajaroka Girêsira Cemal Erdînç, Seroka Meclîsa Giştî Bajêr Emîne Aslan û endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr Şukru Aslan, Mehmet Salîh Altun."

Li gorî prosedurê di nava 10 rojan de Waliyê Êlihê bi endamên meclîsa şaredariyê re civînê pêk bîne û wekîlên şaredariyê yên demkî diyar bike.