Girtiyên PKK'yî dest bi greva birçîbûnê kirin

Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tên ragirtin, bi armanca şermezarkirina şerê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye destpêkirin, dest bi greva birçîbûnê ya ji bo du rojan kirin.

Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tên ragirtin, bi armanca şermezarkirina şerê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye destpêkirin, dest bi greva birçîbûnê ya ji bo du rojan kirin.

Girtiyan bi rêya malbatên xwe ragihandin, ku wan dest bi greva birçîbûnê kirine û diyar kirin, ku eger êrîşên dewletê dewam bikin, ew ê çalakiyên cihêreng lidar bixin.

Girtiyan dan xuyakirin ku  starta konsepta qirkirinê bi mitînga Amedê hatiye dayîn û bi Pirsûs, Gimgim, Cizîr, Elkê, Silopiya, Nisêbîn, Farqîn û Surê û herî dawî li Lice û Enqereyê dewam kiriye. Girtiyan gotin: "Li her bajarê Kurdistanê qedexe pêk anîn û jin, zarok û kal qetil kirin."

Girtiyan bang li her kesî kir ku li hemberî faşîzma AKP'ê derkevin û wiha gotin: "Em girtiyên PKK'î yên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimînin bi armanca şermezarkirina komkujiyên Dewlet û AKP'ê 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar xistin."