Li Geverê operasyon

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG'ê hatin wergirtin, li hemberî artêşa Tirk a li qada Bînbîr a Geverê derket operasyonê, hêzên gerîla çalakiyek pêk anîn.

Tevî biryar bêçalakîtiyê ya KCK'ê ku di 10'ê Cotmehê de ragihand, operasyonên artêşa Tirk dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG'ê hatin wergirtin, êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

Her wiha roja 12'ê Cotmehê saet di 02:00 de artêşa TC li qada Bînbîr a navçeya Colemêrg geverê operasyona xwe berfireh kir. Li hemberî artêşa Tirk a êrîşî girê Şehîd Fîkret kir, hêzên gerîla çalakiyek pêk anîn. Hat ragihandin ku artêşa Tirk li vir windahî daye.

Operasyon hînê dewam dike.