Hêlîn a ji aliyê polîsan ve li Sûrê hat qetilkirin spartin axê
Zaroka bi navê Hêlîn Şen (12) a ku bi guleya sekvanan jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin.
Zaroka bi navê Hêlîn Şen (12) a ku bi guleya sekvanan jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin.
Zaroka bi navê Hêlîn Şen (12) a ku bi guleya sekvanan jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê ji aliyê jinan ve hat oxirkirin. Dayika Hêlîn Şen, Nazîme Şen bilêv kir ku keça wê bi guleya polîsan hat qetilkirin û wiha got: "Zarokên me dikujin û dibêjin terorîst in. Keça min 3 roja ji ber dengê tank û topan nikarîbû razê û ji ber vê pir ditirsiya."
Di dorpêçkirina roja 3'yemîn a li ser Sûrê de zaroka bi navê Hêlîn Şen a 12 salî bi guleya sekvanan û hat qetilkirin. Cenazeyê Şen li Goristana Yenîkoyê hat definkirin. Darbesta Şen piştî nimeja cenaze ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û ber bi cihê ku lê bê definkirin ve birin. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Qatil Erdogan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin. Piştî wecîbeyên olî cenaze hat definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle axivî û anî ziman ku tehemula dewletê li hemberî zarokên Kurdan tineye û wiha got: "Hêlîn hîn 12 salî bû û ne ji şer ne jî ji aştiyê agahdar nebû. Em dixwazin ku zarokên me bê tirs lîstokên xwe bilîzin."
Rêveberê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Garîp Kandemîr jî bal kişand ser komkujiyên ku pêk tên û wiha got: "Kesên xwînmij dest avêjtine xwîna zarokên me. Cihên kesên zarokan qetil dikin di dojehê de jî tineye." Kandemîr bal kişand ser dorpêçkirina Sûrê û wiha axivî: "Hemû kes çavên xwe ji komkujiyên ku li hemberî Kurdan pêk tên digirin. Ez bang li hemû kesan dikim ku li Sûrê xwedî derkevin."
Dayika Helîn Şen Nazîme Şen jî bilêv kir ku keça wê bi guleya polîsên sekvan ve hatiye qetilkirin û wiha got: "Zarokên me dikujin û dibêjin terorîst in. Keça min 3 roja ji ber dengê tank û topan nikarîbû razana û ji ber vê pir ditirsiyan."
Piştî axaftinan girse bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin û bi dawî bû.