Cenazeyê "Şehîdê Aştiyê" Ramazan Tûnç hat veşartin
Cenazeyê Ramazan Tûnç ê ku di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, li taxa Kisor a ser bi navçeya Wan Miksê hat veşartin.
Cenazeyê Ramazan Tûnç ê ku di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, li taxa Kisor a ser bi navçeya Wan Miksê hat veşartin.
Cenazeyê Ramazan Tûnç ê ku di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, li taxa Kisor a ser bi navçeya Wan Miksê hat veşartin. Cenazeyê ku duh ji Enqereyê hat şandin, li pêşiya navçeya Miksê bi konvoyeke ji wesayîtan hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Tûnç piştre anîn taxê û li dû bicihanîna wecîbeyên olî birin goristana li taxê. Cenazeyê Tûnç li ber qîrîna dirûşma "Kujer Erdogan" hat veşartin.
Li dû veşartina cenaze û deqeyeke rêzgirtinê, rêveberên DBP'ê yê Bajarê Wanê Fadil Bariştiran axivî û anî ziman ku êrîş êrîşeke xayîn a li dijî aştiyê ye.
Li dû axaftinan girseya gel çû binê konê serxweşiyê yê li taxê hat vedan.