Komkujî ji aliyê AKP û Erdogan ve hat plankirin û pêkanîn

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku rêxistina tarî yıa kontra û komploger AKP û reîsê wê Tayyîp Erdogan, tevî saziyên xwe Wezareta Karên Hundir û MÎT'ê, komkujî plan kirine û pêkanîne.

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku rêxistina tarî yıa kontra û komploger AKP û reîsê wê Tayyîp Erdogan, tevî saziyên xwe Wezareta Karên Hundir û MÎT'ê, komkujî plan kirine û pêkanîne.

Koordînasyona PAJK'ê, êrîşa xwînxwar a rêxistina kontra AKP'ê ya li dijî aştî, azadî û demokrasiyê, lenet kir. PAJK'ê got, "Em 128 şehîdên xwe ku rûyê ronî yê Kurdistan û Tirkiyeyê ne bi rêzdarî bibîr tînin, ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin û ji gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re sersaxiyê dixwazin. Êşa kûr a nayê vegotin; dil û hişê me çiqasî hejandi be, di heman demê de daxwaza me ya têkoşînê kîn û vîna me jî ewçendî xurt kiriye. Qetlîamker wê di xwîna rijandine de bifetisin. Şoreşger, şervanên azadiyê, şehîdên demokrasiyê wê her tim bijîn. Soza me ya dilsoziya bi bîranînên wan re, wê têkbirina dîktator Erdogan û tîma wî be, wê pêkanîna aştî û azadiyê be ku hesreta gelan e."

WÊ HESAP BIDIN

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku rêxistina tarî yıa kontra û komploger AKP û reîsê wê Tayyîp Erdogan, tevî saziyên xwe Wezareta Karên Hundir û MÎT'ê, komkujî plan kirine û pêkanîne û got, "Zelal e êrîşa li navenda Enqereyê, ji aliyê hemû saziyên dewletê ve hatiye birêxistinkirin." 

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi nîşandana DAIŞ'ê re wê nikaribin xwe ji hesabdayîna vî sûcê bi xwîn rizgar bikin. Zîhniyetê Erdogan ne tenê zîhniyetê DAIŞ'ê ye, bi vê êrîşa bi xwîn careke din hatiye dîtin ku di nava organîzasyoneek van pêkanînan bi rê ve dibe û fermana wan dide de, cih digire. Komkujî yekser ji aliyê Erdogan û hikûmeta wî ya kûkla ve hatiye organîzekirin û pêkanîn. Bi ê yekê re sûc li dijî mirovahiyê kirine."

Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir ku Erdogan û hikûmeta wî ya ne rewa, bi gotina 'êrîşên terorê' nikarin sûcê xwe binixumînin û got, "Li naverastê terora Erdogan û AKP'ê heye. Ev sûc îspat bûye. Erdogan ê ku digot li hemberî têkoşîna azadiyê 'planên me yên A, B, C' hene, naveroka van planan bi têrkerî raxistiye pêş çavan. Hatiye fêmkirin ku plana A tinekirina gerîla, plana B tinekirina projeya demokrasiyê ya gelan HDP, plana C jî bi komkujiyan re hedefgirtina her kesên li ber AKP'ê serî natewîn e. Her kesên vî sûcî deşîfre dikin, li dij derdikevin û ne AKP'yî ne, di hedefê de ne. Jin, ciwan, zarok, extiyar hemû civak di hedefê de ye. Zêdeyî sed mirov li Kurdistanê yek bi yek hatin qetilkirin. Bûyerên li Cizîr, Baglar, Sûr, Gimgim û Şirnexê qewimîn li pêş çavan e."

'GIRÎNG DI HER ŞERT Û MERCÎ DE TÊKOŞÎN BÊ NAVBER WERE XURTKIRIN'

Koordînasyona PAJK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Divê were zanîn, ku gelên Kurdistan û Anatoliyê li hemberî zilmê serî netewandine. Bi gotina, 'eger ferman di destê padîşah de be, çiya jî yên me ne' gelek berxwedanên destanî nîşan dane. Ev xak, li dijî zilmê bi dîroka berxwedanê tjiî ye."

PAJK'ê da xuyakirin, ku ji bo dawîkirina komkujiyan, divê bi biryardarî meydan bi daxwaza azadî û aştiyê werin dagirtin û di her şert û mercî de têkoşîn bê bilindkirin.

Koordînasyona PAJK'ê got, "Berxwedana me ya bi rûmet û bi heybet a îlhama xwe ji jin û ciwanan werdigire, wê bi ser bikeve. Ji ber ku ji vê ditirsin, bi awayekî bêperwa, dîn û har êrîş dikin. Li hemberî berxwedana gel û gerîla winda kirine. Hikûmeta AKP'ê ya faşîst, çiqasî hov û har bibe, wê nikaribe gelên me têk bibe. Mirovahiya li ber xwe dide, wê li ser vê xakê bigihêje jiyana azad û wekhev."