Operasyon û bomberdûmana artêşa Tirk didome
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên dewleta Tirk di serî de qadên Çarçela û Herekol li Amed û gelek qadan bomberdûman û operasyonan didomîne.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên dewleta Tirk di serî de qadên Çarçela û Herekol li Amed û gelek qadan bomberdûman û operasyonan didomîne.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên dewleta Tirk di serî de qadên Çarçela û Herekol li Amed û gelek qadan bomberdûman û operasyonan didomîne
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji bo pêvajo bi tenduristî û serketî pêş bikeve talîmat daye û bal kişand ser van xisûsan:
“Di çarçoveya vê talîmata ku fermandariya me daye hemû fermandariyên me yên hêzên HPG’ê yên li tevayî seha, eyalet, herêm û qadan ya ji bo hemû pêkhateya me ya fermande û şervanan, hêzên me yên gerîla ji duh ve xebatên xwe yên çalakiyan rawestandine. Tevî vê jî hêzên dewleta Tirk di serî de qadên Çarçela û Herekol (12’ê Cotmehê saet 02.00), li Erzirom, Amed û gelek qadan bomberdûman û operasyonên xwe dewam kiriye. Di vê çarçoveyê de;
Ji 27’ê Îlonê ve artêşa TC li herêmên Mergêzerê, Bînbîr û Geliyê Dostkî yên girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê, operasyon dabû destpê kirin, hewl didin operasyonê berfirehtir bikin. 12’ê Cotmehê (îro) ber bi sibê saet 02.00’an xwestin bi dizî bikevin girê Şehîd Fîkret ê girêdayî herêma Bînbîr a navçeya Gever a Colemêrgê û pêş biçin. Heman demê de êrîşên balafir, tank û topan jî pêk hatin. Di van êrîşanên hem hewayî hem jî bejahî ku li hember bargehên gerîlayên me de pevçûn derketin û di encam de 11 leşker hatin kuştin. Artêşa TC operasyonê didomîne.
HERÊMÊN ŞEHÎD NAVDAR, ŞEHÎD AMED Û ŞEHÎD HÊVÎDAR 2 SEATAN BOMBERDÛMAN KIRIN
10’ê Cotmehê saet di navbera 18.00-20.00’an de, Şehîdgehên Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar ên herêma Şehîd Navdar ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê ji aliyê balafirên şer ên Tirk domahiya 2 saetan hate bomberdûmankirin. 8 hevalên me yên xebatên xwe dimeşandin di encama êrîşan de şehîd ketin. Ev bûyera ku bûye sedema şehadetan û kêmahiyên wê hene, ji aliyê me ve lêpirsîn û lêkolînek berfireh hatiye destpêkirin.
Hevalên me yên şehîd ketine navê wan ev in: Îsyan Koçgîrî, Rûken Bismil, Serdar Farqîn, Felat Amed, Sekvan Malazgîrt, Tolhildan Amed, Çekdar Şirnak û Şervan Farqîn e. Agahiyên bi detay ên sicîlên hevalên me wê piştre bên ragihandin.
11’ê Cotmehê saet di navbera 18.00-18.30’an de balafirên şer derdora Şehîdgehên Şehîd Azîme û Şehîd Resûl ên li qada Herekolê ya girêdayî herêma Bestayê bomberdûman kirin. Li vir çalakiyên mertalên zindî didomin.
JI BO BÎRANÎNA HACI LOKMAN BÎRLÎK ÇALAKÎ
11’ê Cotmehê saet 08.45’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên girêdayî tûgaya Çakir Sogut ên bi armanca operasyonê derketibûn eraziyê, ji bo bîranîna Şehîd Haci Lokman Bîrlîk çalakî li dar xistin. Di encama van pevçûnan de 5 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Piştî pevçûnan, bi obus, hawan û helîkopterên Kobra ve qad hate bombebarankirin. Dema helîkopterên Kobra bomberdûman dikirin, bi çekên giran ve hatin bersivandin û bi derbexwarinê vekişiyan.
11’ê Cotmehê saet 08.30’an bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov, artêşa TC bi helîkopterên Skorsky ve leşker danîn daristana Şehîd Sîdar, Tîlkî Bogazi, Bogaza Tabela, Koroglû, Ûzûnçayir, zozana Pindik, qûntarên bilind û ketinê rêyan ên girêdayî Çankaya ya Erzîromê. Wesayîtên zirxî jî anîn van qadan û dest bi operasyonan kirin. Di heman demê de di operasyonê de kemînan jî datînin. Komek gerîlayên me leşkerên ku amadekariyên êrîşê dikirin ferq kirin û bê ku bikevin pevçûnê xwe ji qadê dûr xistin. Yekîneyên veşartî di erazî de operasyonê didomînin.”