Muslim bersiv da Davûtoglû: 50 ton çek hat, wê hînê jî bê

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim piştrast kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji wan re çek şandiye.

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim piştrast kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji wan re çek şandiye. Der barê gefên Serokwezîrê Tirk Davûtoglû de Muslim got, "Em êrîşî kesî nakin, lê belê kî êrîşî me bike em ê xwe biparêzin."

Hevserokê Giştî yê PYD'ê Salih Muslim, der barê çekên Amerîkayê ji herêmê re şandiye û gefa "em ê dest lê werdin" a Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû de, bersiv da pirsên ANF'ê.

Muslim diyar kir, ku çekên ji wan re hatine şandin, li hemberî DAIŞ'ê tên bikaranîn û ev çek ji bilî Rojava li ti devereke din nayê bikaranîn. Muslim bang li Tirkiyeyê kir, ku polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan biterikîne.

'50 TON ÇEK HAT, WÊ HÎNÊ JÎ WERE'

Muslim der barê çekên Amerîkayê şandiye herêmê de agahî da û piştrast kir ku Amerîkayê 50 ton çek daniye herêma di bin kontrola wan de ye. Muslim got, "Ji me re û ji komên hevalbendên me re 50 ton çek hatin şandin. Ev hînê destpêk e, wê dewama van çekan jî hebe."

'ÇEK WÊ LI ROJAVA BÊ BIKARANÎN'

Muslim da xuyakirin, ku divê Davûtoglû êdî dev ji gefên xwe yên vala berde û got, "Ev çek ne tenê ji me re hat dayîn. Ev çek ji komên Ereb ên em bi hev re tevdigerin re jî hat dayîn. Îdîayên bikaranîna van çekan li Tirkiyeyê yan jî li cihekî din, hewldaneke berevajîkirina rastiyan e. Ev çek ancax têra me bike. Bi van re em xwe li hemberî DAIŞ'ê diparêzin. Ji PKK'ê re naçe, li dijî Tirkiyeyê nayê bikaranîn."

GEFA DAVÛTOGLÛ

Muslim der barê gefa "em ê dest lê werdin" a Davûtoglû de ev bersiv da: "Eger Tirkiye êrîşî Rojava bike, em ê xwe biparêzin. Em êrîşî kesî nakin, lê kî êrîşî me bike em ê xwe li hemberî wan biparêzin. Me her tim banga biratiyê li Tirkiyeyê kir û heta niha bi ti awayî me ti helwesteke neyînî li hemberî wan nîşan nedan."

'OPERASYONA REQQA Û CERABLÛSÊ LI SER MASEYÊ YE'

Ji bo pirsa "Di dema dawî de têkiliyeke we bi Tirkiyeyê re çê bû?" Muslim got, "Bi yên ku her roj ji me re dibêjin 'terorîst' re em ê çawa karibin hevdîtinê bikin."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da xuyakirin ku operasyona li hemberî Reqqa û Cerablûsê li ser maseyê ye û niha hewl tê dayîn dema wê bê diyarkirin. Muslim destnîşan kir ku Rûsya jî wê bi erênî nêzî vê operasyonê bibe.