Gelê Kerboranê li dijî êrîşan li ber xwe dide
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, 'qedexeya derketina derve' ev sê roj in dewam dike. Gel jî li hemberî êrîşan li ber xwe dide.

Di roja 3. a îlana qedexeya derketina derve de, tîmên tevgera taybet bi çekên giran êrîşî gel dikin. Mîna êrîşên li gelemperiya Kurdistanê, tîmên înfazê yên Erdogan li Kerboranê jî wesayîtên bi marka Ford Ranger bi kar tînin.
Ji duh ve, di serdegirtinên malan de tevî wesayîtên zirxî wesayîtên bi tîpa Ford Ranger jî tên bikaranîn.
Gel jî berxwedana xwe ya li hemberî van êrîşan mezin dike. Gelê navçeyê yê ku qedexeya derketina derve nas nake, dadikeve kolanan û çalakiyan pêk tîne. Li gelek herêmên navçeyê bend hatine danîn. Ji navçeyê car carna dengê çekan û teqînan tê.