Wêneyên nû yên hovîtiya li hember Bîrlîk hatiye nîşandan derketin holê

Hêzên dewleta Tirk Haci Lokman Bîrlîk, li Şirnexê ewil birîndar kiribûn û piştre bi îşkenceyê înfaz kirin û li pey panzêrê kaş kiribûn. Wêneyên nû ku hovîtiya li hemberî Bîrlîk pêk hatiye nîşan didin derketin holê.

Ciwanê bi navê Haci Lokman Bîrlîk li Şirnexê ji aliyê tîmên taybet ve hat birîndarkirin û piştre bi îşkenceyê hat înfazkirin. Cenazeyê Bîrlîk piştre li pey panzêrê hatibû kişandin. Bîrlîk li ser dev û hat kişandin. Dîsa di wêne de derket holê ku kabloya plastîk û rengê wê reş li stûyê Bîrlîk hatiye girêdan û li pey akrepê tê kaşkirin. Di wêne de piyê tîmên taybet ên li ser Bîrlîk tên xuyakirin. Di wêneyê ku bi pûşiyê ser Bîrlîk hatiye girtin de pakêta cigarê û hestê wî tê xuyakirin. Li vir jî polîs pihînan diavêjin cenaze. Tê dîtin ku tîmên taybet bi kabloya reş digirin û li pey maşîneya zirxî dikişînin. Di wêneyekî din de jî dê dîtin ku tîmê taybet pihînan li serê Bîrlîk dixe.

...