KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Silopiyayê qedexeya derketina derve hat îlankirin
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve ji saet 20.00’an ve heta fermana duyemîn li taxên Yeşîltepe, Barbaros, Cûdî, Nûh, Yenîşehîr û Karşiyaka qedexeya derketina derve hat îlankirin. -
Malbata Bîlal Bozkur cenazeyê kurê xwe wergirt
Li Bismilê ku 4 ciwan hatin qetilkirin, malbatê cenazeyê yek ji wan ciwanan ê Bîlal Bozkur (19) piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Meletî wergirt. -
Baydemîr: Em mal bi mal gund bi gund dengê xwe bidin bihîstin
Parlamenterê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr got: “Em berxwedaneke wiha nîşan bidin ku mal bi mal, gund bi gund, derî bi derî dengê xwe bidin bihîstin.” -
Yuksekdag: Zilma zaliman hebe berxwedana mezlûman jî heye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Terqarê ya 2'ê Nîsanê ya navçeya Îpekyolu ya Wanê bi gel re hat gel hev. -
Li Girê Spî li hember çeteyan operasyon
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir, di şeva 6'ê Cotmehê de komeke çeteyan li nêzikî bajaroka Girê Spî ya giredayî Kobanê hewl dan êrîşekê li dar bixin. -
Demîrtaş: Bi vî şerî AKP û dewlet li Kurdistanê xelas bûne
Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo serdana sersaxiyê ya Omer Koç û Rezan Kaya yên 2 roj berê li Amedê ji hêla polîsan ve hatibûn qetilkirin, hat Amedê. -
Nasnameya 2 şervanên YPG’ê hat aşkerakirin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê navê 2 şervanên xwe yên di berxwedana Aliya de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir. -
Malbata Sonmez polîs derewand: We qetil kir!
Kur û birayê Ahmet Sonmez ê li Nisêbînê hat qetilkirin, bersiv dan îdîayên polîsan ên “Ne me qetil kiriye”” û gotin: “Qatil polîs in, em şahidê vê ne.” -
Di çalakiyên gerîlayan de bi dehan leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Star bi çalakiyan bersiv didin êrîşên artêşa Tirk. Di van çalakiyan de bi dehan leşker mirin. -
PKK'ê 'Şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê ti carî ji armanca welatê azad, rêberê azad venegerin." -
Êrîşên li ser Çapemeniya Azad hatin protestokirin
Cemiyeta Rojnamegerên Azad, bi boneya êrîşên li ser çapemeniyê û rojnamegeran şermezar bike li Ofîsa Amedê daxuyanî da çapemeniyê. -
YPG: Di meha Îlonê de 16 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bîlançoya meha Îlonê aşkera kir. YPG'ê diyar kir ku 16 çete hatine kuştin û cenazeyê 3 çeteyan ketine destê wan. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mordem Tofan li Şengalê hat veşartin
Cenazeye gerîlayê HPG'ê Mordem Tofan (Nîhat Sure) ê di 5'ê Cotmehê de li Şengalê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan bi merasîmekê hat veşartin. -
Apê Bîlal Bozkûrt ê li Bismilê hat qetilkirin: Biraziyê min hatiye înfazkirin
Apê ciwanê bi navê Bîlal Bozkûrt ê 19 salî yê li Bismilê hat înfazkirin Mevlût Bozkûrt anî ziman ku biraziyê wî sivîl e. -
Pereyên 900 hezar bermîlên neftê yên başûr diçin ku derê?
Dema Raperînê ye, Raperîn...Gelê ku li dijî rejîma hov a BAAS serî hilda vê carê piştî 24 salan li heman kolanên Başûr sirûda Raperîn diqîrin û îşareta Serhildaneke nû didin... -
RAJIN Gûrbetellî Ersoz bibîr anî
Îro roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê ye. Di heman demê de 18. salvegera şehadeta Gûrbetellî Ersoz e. -
KJK: Faşîzma AKP'ê wê winda bike, azadî wê bi ser bikeve!
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku hovîtiya Tayyîp Erdogan û dewleta faşîst a AKP'ê sînoran nas nake, herî dawî li Mismilê 4 ciwan bo hovane qetil kirin û serê yekî ji wan jê kir. KJK'ê destnîşan kir ku wê hesabê sûcên hatin kirin ji AKP'ê bê pirsîn. -
Hozat: Ji bo serketina HDP'ê tevgera azadiyê wê helwesteke din a dîrokî nîşan bide
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku Erdogan û Davûtoglû, wê bi serketina duyemîn a Kurdan û HDP'ê ya 1'ê Mijdarê re, bikevin nava pêvajoya darizandinê. -
Taşçier: 4 ciwanên li Bismilê dibe ku hatibin înfazkirin
Parlamentere HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir, ku 4 ciwanên duh polîsan cenazeyên wan anîn Nexweşxaneya Dewlete ya Bismilê, dibe ku bêyî pevçûnekê yekser hatibin înfazkirin. -
Li Şengalê gerîlayekî jiyana xwe ji dest da
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin, ku gerîla Mordem Tofan (Nîhat Sure) di êrîşa çeteyan a roja 5'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. -
Hejmara mirovên li Cizîrê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin bû 22 kes
Li Cizîrê, dayika 6 zarokan Mulkiye Geçgel (48) a di rewşa awarte ya 9 rojan de ji ber guleya polîsan bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê di rojeva Parlamentê de ye
Krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê kûr bûye, wê îro di kombûna Parlamenta Herêmê de bê nîqaşkirin. -
Li Girê Spî 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
3 çeteyên DAIŞ'ê yên hewl dan êrîşî nuqteya kontrolê ya li gundê Bîr Aşiqê bikin, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatin kuştin. -
Arîn Mîrxan û Nejat Agirnasli hatin bîranîn
Arîn Mîrxan û Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ên par di berxwedana dîrokî ya bi êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê re destpê kir de jiyana xwe ji dest dan, li Serêkaniyê hatin bîranîn. -
Ahmet Dîlek ê Nisêbînî: Dewletê hewl da malbata min bi saxî bişewitîne!
Ahmet Dîlek ê ku mala wî ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat şewitandin got, "Dewletê xwest, me bi saxî bişewitîne. Eger ne ji alîkariya cîranên me bûya, wê komkujiyeke mezin rû bida."