Li Girê Spî 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
3 çeteyên DAIŞ'ê yên hewl dan êrîşî nuqteya kontrolê ya li gundê Bîr Aşiqê bikin, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatin kuştin.
3 çeteyên DAIŞ'ê yên hewl dan êrîşî nuqteya kontrolê ya li gundê Bîr Aşiqê bikin, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatin kuştin.
3 çeteyên DAIŞ'ê yên hewl dan êrîşî nuqteya kontrolê ya li gundê Bîr Aşiqê yê Girê Spî (Til Ebyadê) bikin, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin; çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev saet di 22:00 de êrîşî nuqteya kontolê ya li gundê Bîr Aşiqê yê 10 kîlometre li rojhilatê Girê Spî ye, kirin. Hêzên Asayîşê di cih de bersiv dan êrîşa çeteyan û li ser vê yekê şer derket.
Di vî şerî de 3 çete hatin kuştin û êrîş hat şikandin.