Pereyên 900 hezar bermîlên neftê yên başûr diçin ku derê?
Dema Raperînê ye, Raperîn...Gelê ku li dijî rejîma hov a BAAS serî hilda vê carê piştî 24 salan li heman kolanên Başûr sirûda Raperîn diqîrin û îşareta Serhildaneke nû didin...
Dema Raperînê ye, Raperîn...Gelê ku li dijî rejîma hov a BAAS serî hilda vê carê piştî 24 salan li heman kolanên Başûr sirûda Raperîn diqîrin û îşareta Serhildaneke nû didin...
Dema Raperînê ye, Raperîn...
Li Başûrê Kurdistanê, gelê Kurd bi vê sirûd û dirûşmê li dijî dîktatoriya rejîma BAAS a Iraqê, di bihara sala 1991'an de ji bo maf û azadiya xwe Raperî û ango serî hilda...
Gelê ku li dijî rejîma hov a BAAS serî hilda vê carê piştî 24 salan li heman kolanên Başûr sirûda Raperîn diqîrin û îşareta Serhildaneke nû didin...
Piştî 24 salan çima gelê Başûrê Kurdistanê rabûye ser piyan?
Raperîn li dijî kê û ji bo çi?
Raperîn li dijî sîstema rêveberiya hikûmeta herêmê û Raperîn li dijî nelirêtiya hikûmeta Başûr...
Li Başûrê Kurdistanê li gel pirsgrikên siyasî yên krîza serokatiya herêmê, qeyrana aborî û civakî gihîştiye asta herî jor.
Xelkê Başûr ji ber pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî bêzar bûye ji ber vê yekê li dijî hikûmeta herêma Başûr sirûda 'Raperîn' bilind dike...
Welatiyên Başûr bi mehane nikarin mûçe ango maeşên xwe werbigirin û li dijî vê siyaseta hikûmeta herêmê daketina qadan.
Di serî de li Silêmanî, Helebce, Hewlêr û li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê karmendên tenduristiyê ev bi rojane naçin ser kar û daxwaza maeşên xwe dikin.
Ji ber ku hikûmeta herêmê maeşên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê nedaye, welatî nikarin debara xwe bikin û kar boykot dikin.
Ji bilî karmendên Tenduristiyê, bi sedan mamosteyên dibistanan di serî de li Silêmanî, Hewlêr Helebce û li navçeya Dihokê Şeladizê, gelek deverên Başûr dest bi xwepêşandanan kirine û kar boykot dikin.
Li aliyê din li Helebce piştî ku piraniya mamosteyan çûna ser kar boykot kirin, bi heman armancê serokê şaredariya Helebce, rêveberiya perwerdê, karmendên elektrîkê û çend beşên din jî biryara neçûna ser kar girtin.
Di vê navberê de li parlamenta Başûr jî nêzî 25 parlementeran ji ber qeyrana li herêmê li parlamentê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dîroka Başûr de cara 2. e parlementer çalakiyeke bi vî rengî lidar dixin.
Çalakiya ewil a parlementeran di sala 1995'an de li dijî şerê birakujiyê ango şerê xiyanetê pêk hatibû.
Niha hema bêjin li temamê bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê welatî li dijî siyaseta hikûmeta herêmê serî hildaye.
Hêjayî gotinê ye ku rojane herî kêm 900 hezar bermîlên herêmê ji derve re tên şandin û ev yek jî di destê hemû partiyên siyasî yê Başûr de bûye weke karekî siyasî.
Tevî ku ewqas bermîl neft ji welatên derve re tên firotin, hikûmeta herêmê, herêm xistiye nava qeyranekî siyasî, aborî û civakî...
Dîsa, tevî ku 900 hezar bermîl neft tên firotin ji bilî rayedarên hikûmetê, ti kes feydê ji wê dewlemendiya Başûr wernagire.
Her wiha hikûmeta Başûr ku pişta xwe bi dewleta Tirk ve girêdaye li şûna ku hatinên bermîlên petrolê bike mûçe û bide welatiyan, li bankayên weke 'Halk Bank' yên Tirkiyê vedişêre.