Nasnameya 2 şervanên YPG’ê hat aşkerakirin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê navê 2 şervanên xwe yên di berxwedana Aliya de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê navê 2 şervanên xwe yên di berxwedana Aliya de jiyana xwe ji dest dan, aşkera  kir.

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê de wiha hat gotin:

“Berxwedana hêzên me YPG ûYPJ’ê li dijî Komên çeteyan dewam dike û serketinên mezin bi xwe re tîne.

Ew jî bi saya îradeya ji pola û ruhê fedayî yê yekîneyên me û gelê me yê berxwedêr û welatperwer e. Di vê berxwedanê de 2 rêhevalên me bi fedayîtî û qehremantiyeke mezin şer kirin û gihiştin asta şehadetê.

Em wek Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û Yekîneyên Parastina jin YPJ’ê dibêjin ku em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê rêya şehîdan bin û em sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.”

Navên Şehîdan wiha ne:

Nasnav: Hawrê Yaylax

Nav: Mihemed Emin Emîrî

Navê dayikê: Zeyneb

Navê bav: Tewfîq

Cihê jidayikbûnê: Rojhilat

Cih û dîroka şehadetê: Alya 02-10-2015

 

Nasnav: Helgurt Berfîin Çılçeme

Nav: Ferîd Şûkrî

Navê dayikê: Kûbra

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Rojhilat – Sakiz

Cih û dîroka şehadetê: Alya 02-10-2015

...