Li Şengalê gerîlayekî jiyana xwe ji dest da
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin, ku gerîla Mordem Tofan (Nîhat Sure) di êrîşa çeteyan a roja 5'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand, ku roja 5'ê Cotmehê saet di 13:00 de, li taax Berbiroj a li navenda Şengalê ku hêzên gerîla lê bi cih bûne, di gulereşandina çeteyan de gerîlayê HPG'ê yê bi navê Mordem Tofan jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê, der barê Mordem Tofan de ev xal destnîşan kir:
"Hevalê me Mordem ê ji Geverê tevlî refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû, ji bo li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Şengalê kirin têbikoş e, di nava komên destpêkê de cih girt. Bi tevlîbûna aktîf a li têkoşînê, bi fedekarî û taybetmendiyên çand û exlaqa Apoyî re, bûye xwedî sekna milîtanekî fedaî. Li hemû herêmên Şengalê û di pêngava vekirina korîdora Şengal-Rojava de mîsyone pêşengiyê lîstiye. Bi asta xwe ya têgihiştina pratîkî re, bi rêbaz taktîk û tempoya xwe re, li qada şer ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevalê me Mordem ku ji bo pêşî li komkujiya li civata me ya Êzidî ya li Şengalê bigire li refên herî pêş cihê xwe girt, hêrsa xwe ya li hemberî faşîzm û barbariyê, veguherand berxwedan û têkoşîneke mezin. Weke lehengekî têkoşer ê pêngava azadkirina Şengalê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi lehengî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye bi vî rengî ye:
Nasnav: Mordem Tofan
Nav-Paşnav: Nîhat Sure
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navê dê-bav: Zehra-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 5'ê Cotmeha 2015/Şengal