Baydemîr: Em mal bi mal gund bi gund dengê xwe bidin bihîstin

Parlamenterê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr got: “Em berxwedaneke wiha nîşan bidin ku mal bi mal, gund bi gund, derî bi derî dengê xwe bidin bihîstin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr got: “Em berxwedaneke wiha nîşan bidin ku mal bi mal, gund bi gund, derî bi derî dengê xwe bidin bihîstin.”

Baydemîr ê li Wêranşar di vekirina buroya hilbijartinê de axivî diyar kir ku HDP’a ku piştgiriya gel girtiye piştî hilbijartinê wê bibe partiya kilîd.

Parlamenterê HDP’ê yê Riha Osman Baydemîr xebatên xwe yên di çarçoveya kampanyaya hilbijartinê de didomîne li Wêranşar dewam kir. Di bernameya Wêranşar a Baydemîr de, Hevşaredarên Wêranşar Emrullah Cîn û Fîlîz Yilmaz, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê Ayşe Surucu û Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê Hoşnav Ata amade bûn.

Osman Baydemîr bi serdana esnafên li ser Cadeya Navenda Çandê ya Wêranşar dest bi rojê kir, yek ji rawestgeha wî ya girîng jî Midûriyeta Navçeyê ya Xurek, Çandinî û Sewalvaniyê bû.  Baydemîr ê li vir bi rayedaran re hevdîtin pêk anî, bi serdanên esnafan re xebatên xwe dewam kir. 

Baydemîr paşê tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya li ser Cadeya Karacadag bû. Vekirina buroyê ku rastî eleqeyeke zêde ya welatiyan hat Baydemîr got: “Em rojên zehmet derbas dikin. Hêviya me Xwedayê me ye. Em hêvîdar in ku wê rojên xweş werin. Di sala 2015’an de wê Wêranşar aştiyê bi dengekî bilind qîr bike.”

Baydemîr diyar kir ku polîtîkayên şer ên Qesrê ku li Cizîrê, Nisêbînê, Farqînê, Gimgimê, Geverê li hember gel ev zilma rewa dîtibûn, roja hesabpirsîna rûmeta mirovahiyê ya hat binpêkirin  jî 1’ê Mijdarê ye û wiha berdewam kir: “Em berxwedanek wiha nîşan bidin ku mal bi mal, gund bi gund, derî bi derî, em dengê xwe bidin bihîstin… 1’ê Mijdarê roja yekemîn a dadgeha gel e. Bi van hêstan ve em starta kampanya xwe ya hilbijartinê li Wêranşarê didin destpêkirin. Bi destûra Xwedê, wê ev derî bibe deriyê aşti û azadiyê.”

Osman Baydemîr destnîşan kir ku di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de dixwazin HDP’ê di bin bendê de bihêlin, HDP’ê piştgiriya gelan a xurt girtiye wê piştî hilbijartinan jî bibe partiya kilîd.

Baydemîr got: “Kesên ku hilbijartin dubare kirin, hewl didin me di bin bendê de bihêlin, lê bi piştgiriya we wê mecbûrî HDP’ê bibin. Piştî 1’ê Mijdarê, koalîsyona wê ava bibe jî kilîda wê di destê HDP’ê de ye”  û di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku AKP’ê û Enqerê destê xwe bi xwîna ciwanên Kurd ên ji bo rûmeta mirovahiyê li Rojava şer dikin, kiriye.

Baydemîr der bir ku li hember vê zilmê bersiva herî baş, li nexşeya Mezopotamya AKP weke partiyek tabela hiştine. Piştî vekirina buroyê, Baydemîr serdana esnafan kir, bernameya wî ya Wêranşarê bi ziyaretên taziyeyan berdewam kir.