Krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê di rojeva Parlamentê de ye

Krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê kûr bûye, wê îro di kombûna Parlamenta Herêmê de bê nîqaşkirin.

Krîza aboriyê ya li Başûrê Kurdistanê kûr bûye, wê îro di kombûna Parlamenta Herêmê de bê nîqaşkirin. Di vê civînê de wê Wezîrê Aboriyê Rêbaz Mihemed Hemlan jî amade be.

Li Parlamentera Herêma Başûrê Kurdistanê, duh bi şev 25 parlamenteran ji bo nîqaşkirina krîza aboriyê û krîzên din ên li herêmê, çalakiya rûniştinê pêk anîn. Serokê Parlamentê Dr. Yûsûf Mihemed jî parlamenterên çalakger ziyaret kir.

Mihemed li vir daxuyaniyek da rojnamevanan û got, "Me daxwazên parlamenteran bi awayekî nivîskî pêşkêşî hikûmetê kirin. Lê belê hînê di vê mijarê de bersivek nehatiye dayîn."

Dr. Yûsûf Mihemed her wiha ragihand ku di rûniştina li ser bernameya xebatê de wê krîzên li herêmê werin nirxandin û Wezîrê Aboriyê jî wê lê amade be.