Êrîşên li ser Çapemeniya Azad hatin protestokirin
Cemiyeta Rojnamegerên Azad, bi boneya êrîşên li ser çapemeniyê û rojnamegeran şermezar bike li Ofîsa Amedê daxuyanî da çapemeniyê.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad, bi boneya êrîşên li ser çapemeniyê û rojnamegeran şermezar bike li Ofîsa Amedê daxuyanî da çapemeniyê.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad, bi boneya êrîşên li ser çapemeniyê û rojnamegeran şermezar bike li Ofîsa Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Cemiyetê Hakki Boltan, diyar kir ku AKP û hevkarên wê tu carî nikarin bi çekan dengê rastiyê qut bikin û rojnamegerên azad dê her dem rastiyê bînin ziman. Boltan, êrîşên li ser rojnamegeran jî şermezar kir û xwest Erdogan û hevkarên wî bi lezgîn destên xwe yên qirêj vekişîne.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad bi boneya êrîşên terora dewletê ya li ser rojnamegeran şermezar bike li Ofîsa Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên Cemîyeta Rojnamegerên Azad, xebatkarên Azadiya Welat, Ozgur Gun Tv. Aram, JIHHA, DÎHA, WAR, K24, ÎMC, çapemeniya şardariyê û gelek çapemeniyên Neteweyî û Herêmî yên Amedê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî piştgirî dan daxuyaniyê. Dîsa Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak jî beşdar bû û çapemeniya azad tenê nehişt. Di civînê de Rojnameger Serhat Yuce û Nûçegîhanê Ozgur Gun Tv Murat Demir ku li Farqînê rastî êrîşa çekdarî ya tîmên taybet hatin û hatin binçav kirin jî axivîn û bertekên xwe anîn ziman. Li ser navê rojnamegeran Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan daxuyanî bi kurdî xwend.
‘JI BO BIBIN DÎKTATOR TERORA DEWLETÊ LI SER ÇAPEMENIYÊ DIMEŞÎNIN’
Hakki Boltan, diyar kir ka li vî welatî Serokomar Tayyip Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û berdestên wan ji bo karibin bibin dîktator û Qraliyeta xwe li ser vê axê bijîn, şerê qirêj û terora dewletê ji bo xwe rewa dibînin û wiha got: “Kuştin, talankirin, derew, înkar û îmhayê mafê xwe yê zagonî dibînin. Kesên li hemberî vê yekê dengê xwe bilind dikin û hewl didin van qirêjiyên kontrola AKP’ê deşîfre bikin û bertekên xwe bînin ziman jî rastî terora AKP’ê û çeteyên Erdogan tên.”
Boltan, da zanîn ku di demên dawî de şerekî pir qirêj û taybet bi destê Serokomar Tayyip Erdogan û îxtîdara AKP’ê li Tirkiyeyê pêş dikeve û wiha axivî: “Kesên dixwazin li hemberî vî şerî bertek û nerazîbûnên xwe bînin ziman jî rastî êrîş, gef û kuştinê tên. Lê mixabin piraniya gel û saziyên Tirkiyeyê li hemberî vê rastiya şerê qirêj çavên xwe digirin. Li hemberî van hewldanên AKP’ê bêdeng in. Gelê kurd ê ji vê yekê re dibêjin bese jî; mal, tax û navçeyên wan tên rûxandin û wêrankirin. Çapemeniya azad ku vê rastiya şerê qirêj a Erdogan û AKP’ê bi raya giştî re parve dike rastî serdegirtin, binçavkirin û êrîşên çekdarî yên timên taybet tên. Avahiyên çapemeniya kurd 24 saetan di bin dorpêça maşîneyên zirxî yên polîsan de tên şopandin.”
'MALPERA DÎHA ZÊDEHÎ 33 CARAN HAT GIRTIN'
Boltan, bal kişand ser êrîşên li ser rojnamegeran û wiha got: “Di 4’ê Cotmehê de li navçeya Farqînê tîmên taybet çek xistin serê Rojnameger Serhat Yuce û bi zora çekê ew binçav kirin. Dîsa Nûçegîhanê Ozgur Gun Tv Murat Demîr jî li gel Serhat Yuce bi zaro çekan hat binçavkirin. Li Edeneyê Xebatkara Azadiya Welat Hediye Ozbay li gel 7 siyasetmedarê kurd hat binçavkirin û piştre serbest hat berdan. Li Stenbolê jî Edîtora Rojnameya Ozgur Gundemê Hîcran Urun li gel 51 siyasetmedarên Kurd di serdegirtina malan de hat binçavkirin û piştre serbest hat berdan. Nûçegîhana JINHA’Yê ya Edeneyê Fîlîz Seyrek li navçeya Seyhanê ya Edeneyê ji aliyê polîsan ve bi awayekî keyfî hat binçavkirin û serbest hat berdan. Malpera DÎHA’yê zêdeyî 33 caran hat girtin. Malpera înternetê ya DÎKEN ji ber nûçeya “Cesed bi metreyan hat kaşkirin û çêr kirin” hat girtin. Nûçegihanên DÎHA û JINHA yên Enqereyê ji aliyê polîsên sivîl ve tên şopandin û rastî gefan tên.”
Boltan, destnîşan kir ku rojnameya SABAH’ê jî çapemeniya azad ên wekî DÎHA Ozgur Gun TV, Mednûçe ANF hedef nîşan dan û wekî ku polîsan dikin hedef rastî berovajî kir. Boltan, bal kişand ser êrîşên borî û wiha berhdewam kir: “Belê!!!! çawa ku Dewleta Tirkiyeyê, di salên 1990-2000’an de gund şewitandin, vala kirin û bi milyonan kurd sirgûn kirin wê demê ji bo rastî neyê zanîn Çapemenî sansur kirin û avahiyên rojnameyan bombe kirin, bi dehan rojnameger qetil kirin, niha jî ji bo rastiyên xwe veşêrin û qirêjiyên xwe bincil bikin, dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin û şerê taybet li ser Gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê bidin meşandin.
Dixwazin komkujiyek qirêj li ser gelê serhildêr bidin meşandin. Dixwazin Gelê ku mafê xwe yê rewa û mafê mirovahiyê dixwazin tine bikin îmha bikin. Ji bo ev hewldana desthilatdariya AKP’ê ya înkar û îmhayê neyê dîtin jî çapemeniya azad ji bo xwe astenga herî mezin dibînin. Çapemeniya azad ji bo xwe kelem dibînin. Lê bila baş bizanibin ku kelemê çapemeniya azad wê her dem tekeve çavê wan û her dem rastiyê ji destên qirêj biparêze. Çapemeniya Azad wê her dem bibe dengê heqîqet, aştî û azadiyê.”
ERÎŞ ŞERMEZAR KIR
Boltan, herî dawî desthilatdariya AKP’ê û Hevkarên Erdogan hişyar kir û xwest destê xwe yên qirêj ji ser çapemeniyê vekişînin û wiha bi dawî kir: “Bila her kes baş zanibe ku heta niha çapemeniya azad bi kuştinê bêdeng nebû, wê ji niha û şûn ve jî her dem bibe dengê rastî û heqîqetê.”
KIŞANAK: TI KES NIKARE ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKE
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî anî ziman ku ev êrîşên li dijî çapemeniyê sûc in û wiha got: “Çawa ku berê bi dehan hevalên me qetil kirin lê dîsa nekarîbûn rastiyê veşêrin, wê niha jî nikaribin bi çekan rastiyê veşêrin. Em hemû êrîşên li ser çapemeniya azad şermezar dikin û em hikûmetê hişyar dikin ku dest ji van êrîşên qirêj berdin.”
Rojnameger Serhat Yuce û Murat Demîr jî serpêhatiyên xwe anîn ziman
Rojnameger Serhat Yuce jî anî ziman ku dewlet ji bo rastiya Farqînê veşêre çek xist serê wan û gef li wan xwar. Yuce, da zanîn ku ew nikarin bi van gefan û hewldanan ser rastiyan veşêrin û ew ê her dem bibin dengê rastiyê.
Murat Demîr jî polîtîkayên hikûmetê şermezar kir û da zanîn ku ew nikarin bi van gefan wan bêdeng bikin.
Çalakî bi dirûşma “Zext nikarin me bêzar bikin.” Bi dawî bû.