Arîn Mîrxan û Nejat Agirnasli hatin bîranîn

Arîn Mîrxan û Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ên par di berxwedana dîrokî ya bi êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê re destpê kir de jiyana xwe ji dest dan, li Serêkaniyê hatin bîranîn.

Arîn Mîrxan û Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) ên par di berxwedana dîrokî ya bi êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê re destpê kir de jiyana xwe ji dest dan, li Serêkaniyê hatin bîranîn.

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) a li Kantona Cizîrê ya Rojava ye, ji bo bîranîna Nejat Agirnasli û Arîn Mîrxan çalakiyeke bîranînê lidar xist.

Bernameya bîranînê, di kesayeta şehîdên şoreşa Rojava de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna nemirên têkoşîna sosyalîzm, azadî û şoreşê, destpê kir. Di qada bîranînê, wêneyên Arîn Mîrxan, Sûphî Nejat Agirnasli û şehîdên Rojava hatin daliqandin. Di bîranînê de jiyana her du şoreşgeran hat vegotin.

Di merasîmê de her wiha nameya dawî ya Agirnasli jî hat xwendin. Beşdarên bîranînê bal kişandin ser girîngiya beşdariya Agirnasli li Şoreşa Rojava û destnîşan kirin ku çalakiya fedaî ya Arîn Mîrxan jî mizgîniya Kobanê bi xwe re aniye. Beşdaran diyar kirin ku Mîrxan û Agirnasli mînakên herî pêşverû yên şoreşgeriyê ne û li dijî çeteyên tecawizkar, rabûna mirovahiyê li Kobanê nîşan didin.

Bernameya bîranînê bi xwendina helbestan ji bo Agirnasli û Mîrxan bi dawî bû.