RAJIN Gûrbetellî Ersoz bibîr anî
Îro roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê ye. Di heman demê de 18. salvegera şehadeta Gûrbetellî Ersoz e.
Îro roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê ye. Di heman demê de 18. salvegera şehadeta Gûrbetellî Ersoz e.
Îro roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê ye. Di heman demê de 18. salvegera şehadeta Gûrbetellî Ersoz e. Bi boneya roja çapemeniya jinên Kurd ên azad ku dikeve 7’ê Cotmehê Koordînasyona Ragihandina Jinên Azad a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser têkoşîna rojnamevanên jin ku ji bo rastiyê ji cîhanê re aşkera bikin, canê xwe feda kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew wekî endamên Ragihandina Jinên Azad a Rojavayê Kurdistanê (RAJIN Rojava) roj Çapemeniya Jinên Kurd ên Azad li hemû rojnamevanên jin ku dengê rastiya Kurdistanê bi fedekariya xwe ji tevahî cîhanê re aşkera kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha têkoşer û rojnamevan Gurbetelî Arsoz hate bibîranîn û wiha hate gotin: "Bi boneya roja çapemeniya jinên Kurd ên azad em têkoşer û rojnamevan Gurbetelî Ersoz ku canê xwe fedayî doza kurdî kir û ji bo pêşxistina çapemeniya kurdî têkoşiya, bi bîr tînin. Tevî hemû şêwaz û siyasetên tinekirin û înkarê ku rastî gelê Kurd dihat, jinên Kurd ji bo aşkerakirina rastiyê û vejandina çand û dîroka gelê xwe têkoşîneke mezin dane meşandin."
Di daxuyaniyê de der barê êrîşên çapemenî yên li dijî gelê Kurd de hate destnîşan kirin ku hêzên tarî bi hemû hêza xwe hewl didin rastiyê veşêrin û berxwedana jinên Kurdistanê di şoreşa demokrasiyê de bê wate bikin û wiha hate domandin: "Tevî hemû êrîşên li dijî jinên Kurd pênûsa jinan ranewestiya û gelek têkoşer û rojnamevanên wekî Şîlan Aras, Deniz Firat, Sariya Omîd û Agirî Yilmaz canê xwe fedayî doza gelê xwe kirin û ji bo rastiya berxwedanê li tevahî cîhanê belav bikin heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe dan."
Di dawiya daxuyaniyê de der barê rol û misyona ji hemû rojnamevanên jin tê xwestin de bal hate kişandin û ev tişt hatin gotin: "Ji hemû rojnamevanên jin tê xwestin ku rêbazên hemû têkoşer û rojnamevanên jin ên wekî Gurbetelî Arsoz vejînin. Jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî di aliyê çapemeniyê de gavên mezin avêtin. Navenda Ragihandina Jinên Azad a Rojavayê Kurdistanê jî di nîsana 2014’an de yekemîn konferansa xwe li ser riya têkoşer Gurbetelî Arsoz li dar xist. Jinan di şoreşê de bi saya cangoriyan di aliyên çapemeniya nivîskî, bihîstok û dîdwarî de deng vedan."