Apê Bîlal Bozkûrt ê li Bismilê hat qetilkirin: Biraziyê min hatiye înfazkirin
Apê ciwanê bi navê Bîlal Bozkûrt ê 19 salî yê li Bismilê hat înfazkirin Mevlût Bozkûrt anî ziman ku biraziyê wî sivîl e.
Apê ciwanê bi navê Bîlal Bozkûrt ê 19 salî yê li Bismilê hat înfazkirin Mevlût Bozkûrt anî ziman ku biraziyê wî sivîl e.
Apê yek ji 4 ciwanên li Bismilê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin Bîlal Bozkûrt (19) ku polîsan çek danîn ber wî, Mevlût Bozkûrt anî ziman ku biraziyê wî sivîl e. Bozkûrt diyar kir ku polîsan çek danîne ber biraziyê wî û bi vî rengî xwestine nîşan bidin ku şer derketiye.
Cenazeyên 4 ciwanên duh ji aliyê tîmên tevgera taybet ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê, ji bo otopsiyê îro birin Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Apê yek ji van ciwanên hatin înfazkirin Bîlal Bozkûrt, Mevlût Bozkûrt anî ziman ku biraziyê wî sivîl e û bêçek e.
Mevlût Bozkûrt ragihand ku biraziyê wî Bîlal Bozkûrt ê 19 salî, berî 3 mehan hatiye serdana wî li Mersînê û ji bo xebatê çûye Stenbolê. Bozkûrt diyar kir ku biraziyê wî li Bismilê bi malbata xwe re dijiya û 'endamê HPG yan jî YDG-H' nîne. Bozkûrt got, "Ji aliyê her kesên li taxê dijîn ve tê zanîn ku biraziyê min Bîlal ciwanekî li Bismilê bi malbata xwe re dijî. Berî 3 mehan hat Mersînê cem min û got ku ew ê ji bo xebatê biçe Stenbolê. Piştî demeke kurt vegeriya ye Bismlê. Di medyayê de dibêjin 'gerîla û endamê YDG-H' hatiye kuştin. Lê belê ew bi xwe jî dizanin ku rastî ne bi vî rengî ye. Ev ciwanên sivîl bûn, li malekê dor li wan hatin girtin û hatine qetilkirin. Ji bo ser vê înfazê bigirin jî çek danîne ber cenazeyê biraziyê min. Di dema înfazê de bi qasî ku serê wan ciwanan jê bikin, bêperwa bûne. Piştî ku encamên otopsiyê temam bû, em ê vê bûyerê bişopînin. Zû yan jî ereng wê hesap bidin û bên darizandin."