Li Girê Spî li hember çeteyan operasyon

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir, di şeva 6'ê Cotmehê de komeke çeteyan li nêzikî bajaroka Girê Spî ya giredayî Kobanê hewl dan êrîşekê li dar bixin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir di şeva 6’ê Cotmehê de komeke çeteyan li nêzikî bajaroka Girê Spî ya giredayî Kobanê hewl dane êrîşekê li dar bixin û piştî destwerdana hêzên wan pevçûneke demkurt hatiye jiyîn.

YPG’ê wiha dewam kir: “Di encama vî şerî de çeteyek hat kuştin, endamên dîtir ên çeteyan jî ji qadê reviyan.

Ji bo girtina çeteyên reviyane li qadê operasyonek hat lidarxistin. Îro danê sibê di navbera hêzên me û komên çete yên reviyane de şerekî din derket. Di encama vî şerî de maşîneke çeteyan tevî çeteyên di nav de hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin."