Yuksekdag: Zilma zaliman hebe berxwedana mezlûman jî heye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Terqarê ya 2'ê Nîsanê ya navçeya Îpekyolu ya Wanê bi gel re hat gel hev.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Terqarê ya 2'ê Nîsanê ya navçeya Îpekyolu ya Wanê bi gel re hat gel hev.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Terqarê 2'ê Nîsanê ya navçeya Îpekyolu ya Wanê bi gel re hat gel hev.
HDP ku li Wanê starta hilbijartinê da Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Terqarê 2'ê Nîsanê ya navçeya Îpekyolu ya Wanê bi gel re hat gel hev. Di hatina gel hev a di hewayeke mîtîngê de pêk hat, rêveberên navçeyê yên HDP, DBP û gelek jin amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê HDP'a Wanê Veysî Dîlekçî axivî û diyar kir ku AKP di 7'ê Hezîranê de li hemberî vîna gel rêzdarî nîşan nedaye û got ku wê gelê Wanê vê carê AKP'ê di bin bendê de bihêle û dersek mezin bide.
'ZILMA ZALÎMAN HEBE, BERXWEDANA MEZLUMAN JÎ HEYE'
Hevseroka HDP'ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag jî axivî û diyar kir ku di 7'ê Hezîranê de ji bo jiyana nû ku HDP serketinê bi dest xist AKP hezm nekir û wiha got: "Ger zilma zalîman hebe, berxwedana mezlûman jî heye. Em ê hêza xwe zêdetir mezin bikin. Kesên ku bi mirinan dixwazin hilbijartina 1'ê Mijdarê pêk bînin em ê bi israr bêjin aştî."
'EM Ê BI BERXWEDANÊ QEZENC BIKIN'
Yuksekdag diyar kir ku gel di 7'ê Hezîranê de AKP nekir îktidar û derseke mezin da û wiha dom kir: "Wê di 1'ê Mijdarê de jî demokrasî bi ser bikeve. Di 7'ê Hezîranê de tiştên ku me bi kedek mezin û berxwedanê qezenc kir em ê di 1'ê Mijdarê de dîsa qezenc bikin. Van serketinan ti kes neanî pêşberî me. Wê di 1'ê Mijdarê de dîsa gel vîna xwe deyne holê. Em ê ji her kesî re nîşan bidin ku li vî welatî li hemberî dîktatoran gel hêz e. Guhên gelê me bi dengê mobeyan dixwazin ker bikin. Wê nikaribin dengê rastiyê bêdeng bikin. Vî gelê xwediyê hêza ku xwe bi rêve bibe."
'ÇEKÊN KU BI MÎLYONAN KESÎ TINE BIKE HATINE ÎCADKIRIN'
Yuksekdag anî ziman ku ew ê her tim li hemberî zilmê rawestin û wiha bi dawî kir: "Bi qasî ku bajarekî tine bikin çek îcad kirine. Bi mîlyonan kesî ji bo tine bikin çek îcad kirine. Ji aliyekî ve jî em bi şîngirtinê rêya xwe berdewam dikin. Ev zilmkaran dizanin ku wê li ser êşa gel jî hin tişt qezenc bikin. Em ê nekevin kemîna wan û soz û hêza xwe li her derî mezin bikin."