Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mordem Tofan li Şengalê hat veşartin

Cenazeye gerîlayê HPG'ê Mordem Tofan (Nîhat Sure) ê di 5'ê Cotmehê de li Şengalê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeye gerîlayê HPG'ê Mordem Tofan (Nîhat Sure) ê di 5'ê Cotmehê de li Şengalê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan (Şehîd Dilgeş) bi merasîmekê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê danê sibehê saet di 08:00 de bi konvoyeke ji dehan wesayîtan anîn Şehîgeha li çiyayê Şengalê. Pitre merasîmeke leşkerî li vir hat lidarxistin. Ji fermandarên HPG Şengalê Dilşêr Herekol, di kesayetiya Mordem Tofan de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bibîr anî û got, "Em hevalekî dildarê vê xakê û fedaiyê vî gelî vedişêrin. Hevalê Mordem ji destpêka komkujiyê ve li Şengalê bû. Li refên herî pêş, bi sekneke fedaî li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê şer kir û şehîd ket. Û em jî weke şopdarên wî, heta pêkanîna xeyala wî ya Şengala azad, em ê têkoşîna wî mezin bikin. Em doz didin ku heta azadiya Şengalê em ê li ber xwe bidin, têbikoş in."

Piştî axaftinê, beşdarên merasîmê dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" qîriyan û li ber duayên Êzidiyan cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mordem Tofan hat veşartin.