Malbata Sonmez polîs derewand: We qetil kir!
Kur û birayê Ahmet Sonmez ê li Nisêbînê hat qetilkirin, bersiv dan îdîayên polîsan ên “Ne me qetil kiriye”” û gotin: “Qatil polîs in, em şahidê vê ne.”
Kur û birayê Ahmet Sonmez ê li Nisêbînê hat qetilkirin, bersiv dan îdîayên polîsan ên “Ne me qetil kiriye”” û gotin: “Qatil polîs in, em şahidê vê ne.”
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema “qedexeya derketina kolanan” de ji bo Ahmet Sonmez ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin polîsan ku gotibûn, “Terorîstan ew kuştiye, li dozgeriyê îfadeya malbatê heye” hat derewandin Malbata Sonmez ragihand ku polîsan tenê komkujî pêk neanîne xesp û talan jî kirine.
Malbata Sonmez diyar kir ku wê der barê polîs û Waliyê Mêrdînê de dozê vekin, têkoşîna xwe bidomînin wê ti carî serî netewînîn.
'POLÎSÊN AKP’Ê DIZÎ, XESP Û TALAN KIR'
Metîn Sonmez got: "Polîsên AKP’ê di tevahiya ‘qedexeya derketina kolanan’ de mal xesp û talan dikirin. Mala apê min jî di nav de girtin ser gelek malan tûp û malzemeên wan birin.” Sonmez diyar kir ku polîsan bi tûpê ku dizîn ji xwe re çayê çêkirin û wiha dewam kir: "Girtine ser malên din jî û dest danîne ser alavên wan. Ketine malên kesên ji ber pevçûnan çûne cem cîranên xwe û ew mal ji xwe re kirine qereqol. Polîsên AKP’ê tenê komkujî nekir, dizî, xesp, talan çi kiryarên derveyî mirovatiyê hene kirin.”
'BAVÊ MIN LI SER ÊRÎŞA POLÎSAN JI MAL DERKET Û LI HEWŞÊ HAT QETILKIRIN'
Sonmez anî ziman ku bavê wî ji bo polîs mala wan ji xwe re nekin biryargeh ji malê neçûye, polîsan mala wan bi çekên giran texrîb kirine, li ser vê yekê bavê wî neçar maye derkeve hewşê. Kur Sonmez wiha dewam kir: "Dema ku bavê min derdikeve hewşê tê pişt deriyê hewşê, wê demê wesayîta zirxî akrep a polîsên AKP’ê derî gulebaran dikin û bavê min qetil dikin.”
'WALÎ Û POLÎS DEREWAN DIKIN'
Sonmez li ser îdîaya walî û polîs a bavê wî ji aliyê YDG-H’ê ve hatiye qetilkirin got: "Polîsan diyar kirine ku me li dozgeriyê di aleyhê YDG-H’ê îfade daye. Ev hemû derew in. Bila gelê me ji wan bawer neke. Bavê min bi guleyên ku ji wesayîta akrep a dewletê hatin berdan, hat qetilkirin. Dewletê bavê min qetil kir em şahidê vê ne.”
'EM Ê GILÎ BIKIN'
Birayê Ahmet Sonmez, Ekrem Sonmez jî got ku tevayî tax şahid e ku birayê wî ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û wiha dewam kir: "Ev derveyî mirovatiyê ye. Em li ti deverî neaxivîn û em neçûn dozgeriyê. Em ê biçin lê em ê giliyê polîs û walî bikin. Em dest ji vê bernadin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”