PKK'ê 'Şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê ti carî ji armanca welatê azad, rêberê azad venegerin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê 'Şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê ti carî ji armanca welatê azad, rêberê azad venegerin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê, li ser malpera xwe ya fermî ya înternetê daxuyaniyek weşand û 'Şehîdên meha Cotmehê' bibîr anî.

KOMPLO TÊK ÇÛYE, MIROVAHIYA AZAD BI SER KETIYE

Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Di salvegera 17. a komploya navneteweyî de, ku asta herî bilind a êrîşên înkar û tinekirinê yên li hemberî Serok Apo û gelê Kurd e, hatiye îspatkirin ku komplo têk çûye û mirovahiya azad bi ser ketiye.

Serok Apo û gelê Kurd ku bi mezintirîn komploya dîrokê re rû bi rû man; li dijî vê êrîşa bêrehm, bê exlaq û qirêt a serdestan, berxwedana herî mezin a dîrokê nîşan dan, komplo têk birin û hêza têk naçe ya vîna Kurdê azad nîşanî tevahiya cîhanê dane. Rewşeke îronîk e, ku hêzên bi komployê re xwestin vîna Kurdê azad ji holê rakin, di roja Îro de neçar mane vê vînê qebûl bikin, hurmetê nîşanî vê vînê bidin, wê mûxatap bigirin û bi realîteya Kurd re têkiliyê deynin. Komplo bi berxwedana Rêberê me, tevgera me, gelê me û berxwedana bi şiyara 'hûn nikarin roja me tarî bikin' a hevrêyên me yên li zîndanan re, hatiye berhawakirin. Rêveberên global ên vê komployê, di roja îro de, li Rojavayê Kurdistanê, ji serketina gelê Kured a bi fedaî li dijî komploya DAIŞ'ê ya bûye belayê serê herêmê şer dike, di nava hêviyan de ne. Vîna Kurdê Azad ku bi bîr, bawerî û têkoşîna 'komploger wê winda bikin, azadî wê bi ser bikeve' ya bi berxwedana li Îmraliyê, berxwedana şehîd û gelê me derket holê, careke din nîşan daye ku berdêla xwe çi dibe bila bibe, ew ê ti carî ji armanca welatê azad, rêberê azad venegere."

'ŞEHÎDÊN ME RÊYA SERKETINÊ VEKIRIN'

PKK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Şehîdên me yên xwe ji xweliyên xwe ji nû ve afirandin, bi teqandina bombeyê re li dijî tinebûnê xwe ji nû ve û hîn bêhtir afirandin, li dijî ferzkirina jiyana bê rêbertî, her yekê/î xwe di rastiya rêbertî de ji nû ve ava kirin, bi çalakî û berxwedanên xwe yên bi heybet re, rêya serketinê destnîşan kirin. Em jî diyar dikin ku bi meşa di vê rêya serketinê re em ê rêberê xwe azad bikin, hemû encamên komployê ji holê rakin û gelê xwe bigihînin xwerêveberiya demokratîk!

Gelê me ku bi şoreşa Rojava re ji aliyê tevahiya cîhanê ve bi heyranî û rêzdarî tê pêşwazîkirin, wê têkoşîna xwerêveberiyê ya li Bakur bi ser bixîne û komplogeran careke din têk bibe. Ya ku di xeta berxwedanê ya rêberê me û şehîdên me de bi ser bikeve, wê gelên me û meyla azadiyê bin.

Bi vê bîr û baweriyê em şehîdên meha Cotmehê careke din bi minetdarî bibîr tînin û li ser bingeha serketinê soza xwe ya dilsoziyê dubare dikin."

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de li ser şoreşgerên di nava meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, ev xal hat destnîşankiriN:

"Delîl Dogan ê ji Dêrsim-Mazgîrtê, di 7'ê Cotmeha 1980'î de li gundê Teman ê Mazgîrtê, hevalê xwe yê di şer de hat dorpêçkirin, rizgar kir û şehîd ket. Em hevrê Delîl ê ku mînaka herî fedekar û dilsoz a hevrêtiyê ye, bi minetdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê bibin hevrêyên rêya wî.

Aydin-Kazim Demîrtaş ê ji Dêrsim-Qisle yê di sala 1979'an de beşdar bû, di 9'ê Cotmeha 1984'an de li Şenkaya, tevî heval Mazlûm-Ercan Kiliç ê di sala 1983'an de li Qersê beşdar bû, di şer de şehîd ket. Em hevrê Aydin û Mazlûm ên ji qada Rêbertiyê heta herêma Serhedê pratîka bijarte ya pêşengiyê nîşan dan, bi rêzdarî bibîr tînin.

Ji şehîdên me yên partîbûnê Alî-Faîk Alagoz ê ji Semsûrê, li xaka ku bênasname lê ji dayik bû, bû xwedî nasname û di 9'ê Cotmeha 1984'an de şehîd ket. Em ê bi avakirina jiyana azad re bersivê bidin bîranîna wî.

Hevrê Ahmet-Celal Kahraman ê ji Amed-Hezro, Cabbar-Kadîr Reşîtoglû yê ji Mûş-Gimgimê, Cemal-Abdûrrahman Bolukgîray ê ji Êlihê, Mehmet Kahvecî û Mehmet-Huseyîn Gulur ê ji Sêwerekê di 11'ê Cotmeha 1987'an de li Çewlik-Hênê jiyana xwe ji dest dan. Em van hevrêyên xwe bi minetdarî bibîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi wan re dubare dikin.

Hevrê Battal-M. Salîh Yîgît ê di sala 1983'an de li Nisêbînê beşdar bû, Çiya-Fahrettîn Tûran ê ji Nisêbînê, Dijwar-Baran Abdûrrahîm Tûran ji gundê Cîbîltîne yê Nisêbînê û Orhan-Selahattîn Ayna yê di sala 1986'an de li Kercewsê tevlî bû, di 9'ê Cotmeha 1989'an de li Bezeke ya Mêrdînê şehîd ketin. Em hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Li Nisêbîna ku gelê me li ser şopa şehîdan bi rojane li ber xwe dide, em soz didin ku em ê xwerêveberiyê ava bikin û pêl bi pêl li Kurdistanê belav bikin.

Li pêşberî şehadeta hevrê Mazlûm-Fatîh Dalkiliç ê di sala 1992'an de li Dîlokê beşdar bû, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Hevrê Egîd-Devrîm Coşkûn ê di sala 1992'an de li Riha-Sêwerekê tevlî bû, Bedrî-Salîh Kûrnaz ê di sala 1992'an de li Şirnex Elkê beşdar bû, Rêzan-Abdullah Ersurer ê di sala 1993'an de li Sêrt-Dihê tevlî bû û hevrê Xidir, li dû berxwedaneke mezin di 5'ê Cotmeha 1997'an de tevlî karwanê şehîdan bûn. Em wan bi rêzdarî bibîr tînin.

'EM SOZ; BI JINA AZAD RE JIYANA AZAD, DUBARE DIKIN'

Di şexsê Gûrbetellî Ersoz de em hevrêyên xwe yên jin ên di kemîna tankan a li Deralûk a Behdînanê de di 8'ê Cotmeha 1997'an de şehîd ketin bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku li hemberî komkujiyên sîstema desthilatdar ên li hemberî jinê, bi şiyara 'bi jina azad re ber bi jiyana azad ve' em ê têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin.

Di şexsê hevrê Akîf Batman-Aytekîn Tek û Sebahat-Zînnet Arşîv de, em 28 hevrêyên xwe yên di 8'ê Cotmeha 1999'an de di dema pêvajoya vekişînê de li Tetwanê ji ber xiyanetê şehîd ketin, bibîr tînin û soz didin ku ji bo bîranîna wan em ê gerîla mezintir bikin, ji çiyayên Kurdistanê heta bajaran belav bikin û weke hêza xweparastinê yê gelê me, tehkîm bikin.

'EM HEVRÊ BARAN DÊRSIM BIBÎR TÎNIN'

Her wiha, tevî bîranîna hevrêyên me yên canfedaî ku li dijî komploya 9'ê Cotmehê di sala 1998'an de bi şiyara 'hûn nikarin roja me tarî bikin' xwe şewitandin û ji xweliyên xwe xwe ji nû ve afirandin, em fermandarê mezin ê Dêrsimê hevrê Baran Dêrsim (Îsmaîl Aydemîr), weke şehîdê herî dawî yê têkoşîna li dijî komployê û pêngava azadkirina Rêber Apo bibîr tînin û bang li gelê xwe dikin ku li dora şehîdê me, şehîdên me yên mezin ji nû ve bicivin."

'GELÊ ME AZADIYA XWE PÊK TÎNE'

Daxuyaniya PKK’ê wiha bi dawî bû: "Di têkoşîna ku şerê gel ê şoreşgerî her diçe bi ser dikeve, gelê me bi îlan û avakirina xwerêveberiyên xwe azadiya xwe gav bi gav pêk tîne. Têkoşîna xwerêveberiyê li hember komployê ku wek darbeya herî kujer û dawî pêş dikeve, wê azadiya rêbertiya me jî pêk bîne. Her xwerêveberiya bê avakirin wê dîwarên Îmrali hilweşîne û bibe garantiya Rêbertiya me û gelê me bên gel hev. Divê neyê jibîrkirin ku; her çalakî her rêxistinbûn û berxwedana xweparastinê wê azadiya rêbertiya me û gelê me pêk bîne serketinê  ava bike. 

'WÊ KOMLOGER WINDA BIKIN AZADÎ QEZENC BIKE'

Di vê pêvajoya dîrokê de em bang li gelê xwe dikin ku hê zêdetir têbikoşe, bi gelên Tirkiye û herêmê re hê zêdetir di nav piştevaniyê de be. Bi yekparebûna têkoşîna siyasî û berxwedana demokratîk em bang li tevayî hêzên demokratîk û çepgir dikin ku bi armanca di 1’ê Mijdarê de serketinê îlan bikin, li hember faşîzma AKP û DAIŞ’ê di têkoşîna parastina cewherî de cih bigirin. 

Em careke din diyar dikin ku wê komploger winda bikin azadî qezenc bike."

...