Taşçier: 4 ciwanên li Bismilê dibe ku hatibin înfazkirin

Parlamentere HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir, ku 4 ciwanên duh polîsan cenazeyên wan anîn Nexweşxaneya Dewlete ya Bismilê, dibe ku bêyî pevçûnekê yekser hatibin înfazkirin.

Parlamentere HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir, ku 4 ciwanên duh polîsan cenazeyên wan anîn Nexweşxaneya Dewlete ya Bismilê, dibe ku bêyî pevçûnekê yekser hatibin înfazkirin. Taşçier got, "Gule berdane serê wan. Xebatkarên ambûlansê her 4 cenaze ji heman cihî wergirtine."

Nasnameya 4 ciwanên duh li navçeya Amed Bismilê hatin qetilkirin û cenazeyên wan li betaniyeyan hatibûn pêçandin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê, hînê zelal nebûye. Lê belê tê gotin, dibe ku yek ji ciwanên hatine qetilkirin Bîlal Bozkûr be.

Cenazeyên ku birin Saziya Tipa Edlî ya Amedê, ji vir şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Du malbat, bi gumana ku cenaze yên zarokên wan e, ji bo serlêdanê bikin çûn Meletiyê.

Pêkane ku dîmenên 4 cenazeyên ji aliyê hesabê Twitterê yê bi navê JITEM ve hatin weşandin, yên 4 ciwanên hatin qetilkirin e.

Di wêneyan de xuyaye serê kesekî bi temamî hatiye parçekirin. Balkêş e ku polîs çekê datîne ber her cenazeyekî.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ê duh li Bismilê bû got, "Wêneyên hatin weşandin û cenazeyên ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê re hatine şandin, li hev tên. Li gorî agahiyên me ji xebatkarên morgê wergirtine, gule li serê ciwanan ketine. Di wêneyan de jî xuya dibe ku gule li serê wan ketine."

'GULE BERDAN SERÊ WAN Û EW KUŞTIN'

Taşçier ragihand ku ew bi guman in her 4 ciwan bêyî rewşeke şer û pevçûnê yekser hatine înfazkirin û got, "Em hînê nizanin bê bûyer çawa qewimiye. Lê belê her 4 jî li heman cihî hatin dîtin. Xebatkarên Ambûlansê dibêjin ku wan her 4 cenaze li cihekî rakirine. Ji ber ku gule berdane serê wan û bi vî rengî hatine qetilkirin, bi îhtimaleke mezin hatine înfazkirin."

Taşçier bal kişand ser bûyerên bi rojane diqewimin û got, "Li Kurdistanê şerekî cidî dimeşe. Rêbazên bêrehm tên bikaranîn. Çek hebe yan jî tinebe, ti derdekî wan ê girtina ciwanan nîne. Yekser ciwanan dikujin. Li Kurdistanê ti hiqûq, ti qanûn, destûra bingehîn derbas nabin. Konseptek li ser kuştinê heye. Ev hemû jî fikar û gumanên li ser pêşerojê zêde dikin."

Hesabê Twitterê yê bi navê JITEM, beriya niha wêne û dîmenên Haci Lokman Bîrlîk ê li Şirnexê bi birîndarî hatibû înfazkirin û piştre li pişt panzerê ve hatibû girêdan û bi erdê ve hatibû kaşkirin, weşandibû.