Hozat: Ji bo serketina HDP'ê tevgera azadiyê wê helwesteke din a dîrokî nîşan bide

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku Erdogan û Davûtoglû, wê bi serketina duyemîn a Kurdan û HDP'ê ya 1'ê Mijdarê re, bikevin nava pêvajoya darizandinê.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir, ku Erdogan û Davûtoglû, wê bi serketina duyemîn a Kurdan û HDP'ê ya 1'ê Mijdarê re, bikevin nava pêvajoya darizandinê.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di nivîsa xwe ya bi serenavê "Dema darizandinê nêz e" ya li Rojnameya Ozgur Gundemê de, ev nirxandin kir:

"Di 9'ê Cotmeha 1998'an de Rêber Apo ji ber komploya navneteweyî neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Di encama komployeke namerdî ya hêzên bi serkêşiya Gladyoya NATO'yê de Rêber Apo di 15'ê Sibata 1999'an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Ez vê komplo û komploklerên ku Kurdan ev yek weke roja reş îlankirine û mînakek weke vê di herikîna dîrokê de nîne, bi nefret şermezar dikim.

Komplo ket sala 17'an. Projeya dîrokî ya çareseriyê ya Rêber Apo destnîşan kir û berxwedana gelê Kurd, her çend komploya navneteweyî pûç kiribin jî, komplo hînê bi şêweyên cuda dewam dike. Hînê tecrîda li ser Rêber Apo, binpêkirina hiqûqê bi awayekî bêrehm dewam dike. Di şexsê Rêber Apo de, gelê Kurd bi gefa qirkirinê re rû bi rû tê hiştin. Bi salane li Îmraliyê konsepteke siyasî ya navneteweyî û rejîmeke taybet bi rê ve diçe. Ev qet naguhere, nayê guhertin. Tecrîd û polîtîkaya dîlgirtinê mîna şûrê demokles li ser serê Kurdan tê gerandin. Weke hêza pratîsyen, AKP polîtîkaya dîlgirtinê bi şêweyê herî qirêj û namerdî ji bo berjewendiyên desthilatdariya xwe bi kar tîne. Konsepta şerê topyekûn ê bi tecrîdê re xistiye meriyetê, bi rêbazên herî hovane yên dîroka mirovahiyê re, dimeşîne. Di nava vê demê de bi fermana Erdogan re li hemberî şehîdgehên gerîla yên li Gimgim, Agirî, Cûdî û gelek deverên din êrîş hatin kirin. Şehîdgehên gerîla hatin bombekirin, bi gotina Erdogan hewl hat dayîn 'bi erdê re bikin yek'. Her wiha bi bomberdûmanan re li kaleyên berxwedanê yên Kurdan, li ziyaretên pîroz ên Kurdan hat xistin û mîrateya çandî ya heta roja îro hatiye, di binê avê de hat hiştin.

Ev dîmenên hovîtiya AKP'ê, ku DAIŞ a Tirkiyeyê ye, tirbe, mizgeft, berhem û cihên dîrokî yên li Iraq û Sûriyeyê hatin teqandin tîne bîra mirovan.

Aşkera ye Erdogan, tevî rêbazên DAIŞ'ê, mîna dîktatorên navdar ên dîrokê Hîtler, Mûssolînî, Saddam, sûcên mezin ên şer dike. Komkujiyên bi fermana Erdogan û AKP'ê li hemberî Kurdan tên kirin, zarokên her roj tên înfazkirin, goristanên tên bombekirin, mîna Zergelê gundên bi bombeyên balafirên şer ji holê tên rakirin, malên li bajaran ên ji aliyê tankan ve tên hilweşandin, qedexeya derketina derve ya bi hefteyan, erdnîgariya Kurdistanê ya tê şewitandin, mîrateya çandî ya di binê avê de tê hiştin, sûcên gelekî giran ên şer in ku divê li dîwana edaletê ya LAHEY'ê werin darizandin. Di xerakirina mîrateya çandî û dîroka gelan, yanî di tinekirina nirxên ku gelekî dike gel, civakekê dike civak de armanca DAIŞ'ê çi be, di bombekirina şehîdgehên gerîla û warên îbadetê yên gel de jî armanca AKP'ê bi ehman rengî ye.

Zîhniyeta ku bombeyan li şehîdgehên gerîla dibarîne, îşkenceyê li cenazeyan dike, bedenên tazî yên gerîla li nava kolanan teşhîr dike, ji aliyekî ve rewşa xwe ya çikandin-têkçûnê radixe pêş çavan. Cihê vê zîhniyeta dejenerebûyî, di cîhana mirovahiyê de nîne. Yên xwedî zîhniyeteke bi vî rengî, nabe ku ji cîhana mirovahiyê bin. Xwediyên vê zîhniyetê, ji mirovahiyê bêpar mane û di nava cîhana xwe ya namerd û rezîl de ancax dikarin bibin mexlûqên qirêt û rezîl. Di cîhana mirovahiyê de û di dîroka civakan de, ev mexlûqên bêesîl nîne û nebe. Bêguman wê mirovahî, leneta AKP û DAIŞ'ê ya ku bêyî naskirina nirxên exlaqê êrîşî mirovahiyê dike, ji sedî sed biqewirîne. J iber ku hebûna DAIŞ û AKP'ê, ne tenê li hemberî jinan, nasname, reng û dengên cuda, di heman demê de li dijî tevahiya mirovahiyê zilm, heqaret û gefeke mezin e. Serîtewandina li vê zilm, heqaret û gefê, bêdengmayîna li vê, bi yek gotinê; namerdî ye, dijberiya li mirovahiyê ye.

Kurdên ku di têkoşîna mirovahiye de li refên herî pêş cih digirin, jin û hemû hêzên şoreşger ti carî li pêşberî faşîzma AKP-DAIŞ'ê serî netewandin, wê netewînin. Zîhniyeta ku bi tirsa tinebûnê bi qasî ku êrîşî goristanan bike namerd bûye, bi qasî ku cenazeyên bi hovane qetil kiriye bi erdê ve kaş bike, bi qasî ku gule berde siya xwe rezîl bûye, wê di nava dehlîzên dÎrokê de ji aliyê gel, jin û şoreşgerên berxwedêr ve were definkirin. Rêveberiya Erdogan û Davûtoglû, bi avakirian xweseriya demokratîk a bi pêşengiya jin û Kurdan, bi duyemîn serketina dîrokî ya HDP'ê ya di 1'ê Mijdarê re wê bikevin nava pêvajoya darizandinê. Tevgera Azadiyê, ji bo tevkariyê li serketina mezin a HDP'ê ya 1'ê Mijdarê bike, wê careke din helwesteke dîrokî nîşan bide, planên qirêt ên AKP'ê careke din pûç bike û bersiva pêwîst bide.

Çavkanî: Ozgur Gundem