Demîrtaş: Bi vî şerî AKP û dewlet li Kurdistanê xelas bûne

Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo serdana sersaxiyê ya Omer Koç û Rezan Kaya yên 2 roj berê li Amedê ji hêla polîsan ve hatibûn qetilkirin, hat Amedê.

Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo serdana sersaxiyê ya Omer Koç û Rezan Kaya yên 2 roj berê li Amedê ji hêla polîsan ve hatibûn qetilkirin, hat Amedê. Piştî serdana sersaxiyê Demîrtaş pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku ji zarok, jinan bigire heta îxtiyaran sivîl tên înfazkirin û wiha got: "Ev ekîbek taybet e ku ji hêla MÎT û rayedarên dewletê ve şandine heremê û înfazan pêk tînin. Bi vî şerî AKP û dewlet li Kurdistanê xelas bûne, niha di qereqolan de asê mane."

Hevserokê Giştî ya HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, serê sibehê hat Rêxistina HDP'ê ya Amedê û piştre jî ji bo serdana sersaxiyê ya Rezan Kaya û Omer Koç ên 2 roj berê li navçeyên Rezan û Peyasê ya Amedê ji hêla polîsan ve hatibûn qetilkirin. Bi Demîrtaş re parlamenter, hevserokên rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarên navçeyan çûn Mala Şînê ya Temîran a li Rezanê ye.

Demîrtaş û yên pê re ji hêla malbatên Koç û Kaya û endamên MEYA-DER'ê ve hatin pêşwazîkirin, sersaxî ji malbatan re hat xwestin û dûa hatin xwendin. Piştre Demîrtaş li ber Mala Şînê pirsên rojnamegeran bersivand. Demîrtaş diyar kir ku ew ji bo sersaxiyê ji malbatên du ciwanên ku ji gelek kesên sivîl ên ev çend mehên dawî ji hêla polîs û tîmên taybet ve hatin qetilkirin hatine vir. Demîrtaş da zanîn ku gelek welatiyên sivîl ji hêla hêzên dewletê ve ku qet nabêjin ev zarok e, jin e, ixtiyar e tên înfazkirin û tu qeymeqam, walî yan jî rayedarên dewletê der barê vê yekê de daxuyaniyekê jî nade.

DEMÎRTAŞ: WÊ HESABÊ VÊ WERE PIRSÎN

Demîrtaş bal kişand ser bêdengiya çapemeniyê jî destnîşan kir ku niha vê daxuyaniyê didin lê ji van kamerayan an jî wênekêşan belkî 15 heb tenê bê weşandin û anî ziman ku ev hovîtî, ev înfaz nahêlin bigihêje gelên li rojavayên Tirkiyeyê. Demîrtaş derbirî ku hikûmeta AKP'ê ya demdemî, Serokwezîrê demdemî çapemenî xistiye bin destê xwe û yên nikarin bi wan jî ji bo bûyerên vir ranegihînin rojavayê Tirkiyeyê gefan li wan dixwe. Demîrtaş diyar kir ku lê bila baş zanibin ku êdî dem ne dema 80-90'an e, çi bikin bila bikin gel êdî hişyar e û wiha got: "Heta hetayê çapemenî, saziyên dewletê yan jî dozger, dadgeh, dadger wê ne di bin fermana wan de bin. Wê dewran were, di 2'yê Mijdarê de bi vê rastiyê re rû bi rû bimînin. Bêguman wê hin dozger, dadgerên bi wijdan derkevin û hesabê vê yekê ji wan biprisin."

'EV EKÎBA ENQEREYÊ'

Demîrtaş destnîşan kir ku li Bismilê, li Farqînê, li Şirnexê, Geverê ciwan tên înfazkirin û ev yek jî ji hêla qeymeqam, walî û rayedarên dewletê ve ji rêzê tên dîtin. Demîrtaş bilêv kir ku di serî de jî serokwezîrê demkî û Serokkomar radibin dibêjin 'heta wan xilas nekin, wê ev şer berdawam bike'. Demîrtaş balkişand ser piştî înfazkirina cenazeyên welatiyên ku li pişt panzêran ve tên kaşkirin jî û wiha pê de çû: "Yên van tiştan pêk tînin, tenê pênasa va ye dewleta kûr ketiye dewrê yan jî JÎTEM û yên din ve tên kirin, nîne. Lewra ev kesan, ekîbeke taybet e ku ji hêla îstîxbaratê û rayedarên dewletê yên Enqereyê ve hatine şandin. Ev kesan dikevin cihê ku operasyon li wir hene an jî qet operasyon tune ne înfaz dikin, wêne û dîmenên wan dikşînin û li ser medyaya civakî parve dikin. Dibe ku agahiya qeymeqam û waliyan jî jê tunebe, dibe ku ji hêla vê ekîbê ve tên tehdîtkirin jî. Êrîşên hovan e, komkujiyan pêk tînin, bi tang û topan êrîş dikin. Hewl didin gelên herêmê bitirsînin, bêzar bikin. Ji wan kirî ku vê yekê dikin wê gel bitirse û di 1'ê Mijdarê de bibezin ser sandoqan û deng ji AKP'ê re bi kar bînin."

'DEWLETA AKP'Ê DI QEREQOLAN DE ASÊ MAYE'

Demîrtaş diyar kir ku her kes bi çavê xwe dibîne li gel van hemû êrîşên dijwar û bê ser û ber gel berxwedaneke bêhempa nîşan daye û got ku li hemberî vê berxwedanê ev hêzên êrîşkar, AKP û dewlet bi temamî têk çûye û wiha domand: "Lê binêrin bi temamî têk çûne, niha dewlet û AKP li Amedê lis eranserê herêmê di qereqolên polîs û leşkeran de asê mane. Hemû çapemeniya ku xistiye bin destê xwe, hemû saziyên fermî yên dewletê bin destê xwe jî dîsa dengê malbatên ku şer naxwazin derdikevin, bi feryad û hawaran diqîrin dibêjin ku 'em şer naxwazin, bila tu kes nemire'. Divê AKP polîtîkaya xwe ya şer demildest biguherîne."

'WISA BE KA TILIYA XWE JI PUTÎN RE BIHEJÎNE!'

Demîrtaş li ser pirsa balafirên şer ên Rusyayê sînorê Tirkiyeyê binpê kiriye de jî ev bersiv da: "Divê ev pirs ji wan kesên ku hefteyek berê bi Putîn re çû vekirina mizgeftê bê kiri. Tiu tiliya xwe ji me re dihejîne, heke wisa be ka tiliya xwe ji Putîn re bihejîne!"

'AKP DIBÊJE EZ Ê ŞER BIDOMÎNIM'

Demîrtaş derbarê çûna cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Îmraliyê jî nirxand û wiha dirêjayî da axaftina xwe: "Ez ne bawerim çûna Îmraliyê çêbibe. Lewra heke bê bîra we, me bi hewldaneke xurt ji bo çek bên rawestandin, bang li KCK'ê kir û wan ji bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku heke heyeteke çavdêr a di navbera Îmralî, dewlet û wan de bê avakirin, ew niha dikarin çekan rawestînin. Lê serokomar, serokwezîr li ser navê dewletê çi bersiva 'Em ê çekan bêdeng nekin, heta dawî biçin û tiştên pêwîst wê bên kirin' dan."

DEMÎRTAŞ: GELÊ KURDISTANÊ JI ME ZÊDETIR HDP'Î NE

Demîrtaş bi bîr xist ku ew xebatên hilbijartinê ya li Kurdistanê nameşînin û her roj mirovên herêmê tên qetilkirin û wiha berdewam kir: "Jixwe ji ber vê dozê canê xwe didin. Hemû jî ji me zêdetir HDP'î ne. Niha li Kurdistanê hilbijartin zêde di rojeva me de nîne, lewra mijarên sereke yên divê welatiyên me neyên qetilkirin. Li rojavayê Tirkiyeyê jî malbatên polîsan jî deng dane me, yanî HDP'ê weke hêza ku pêşiya vê gengeşiyê bigire dibînin û di vê nêrîna xwe de mafdar in jî."

Demîrtaş piştî daxuyaniyê rastî eleqeya zarokan hat û demek bi zarokan re axivî.