Malbata Bîlal Bozkur cenazeyê kurê xwe wergirt
Li Bismilê ku 4 ciwan hatin qetilkirin, malbatê cenazeyê yek ji wan ciwanan ê Bîlal Bozkur (19) piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Meletî wergirt.
Li Bismilê ku 4 ciwan hatin qetilkirin, malbatê cenazeyê yek ji wan ciwanan ê Bîlal Bozkur (19) piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Meletî wergirt.
Li Bismilê ku 4 ciwan hatin qetilkirin, cenazeyê yek ji wan ciwanan ê Bîlal Bozkur (19) piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Meletî malbatê wergirt. Di otopsiyê de piştî malbatê cenaze teşhîs kir bi konvoy ber bi Amedê ve çûn.
Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Bozkur îşev li Morga Goristana Yenîkoy a Baglar bê hiştin.
Li gel vê hê nasnameya her sê ciwanan zelal nebû. Du malbatên ku ji Bismilê hatin, cenazeyên li morgê tên ragirtin teşhîs nekirin. Malbat, bi malbata Bozkur re vegeriyan Amedê.
Hat ragihandin ku ji 3 cenazeyên li morgê tên rawestandin serê duyan nîne û ji ber vê nehatine teşhîskirin. Malbatên ku hatin Morga Tiba Edlî mînakên DNA dan. Hat diyarkirin ku wê encamên DNA di nav 3-4 rojan de zelal bibe.