KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Li Bismilê polîs rêbaza çeteyên DAIŞ'ê pêk tîne'
Navçeya Amed Bismil, duh bi şev di bin dorpêçiya polîsan de bû. Li navçeyê 4 kes hatin qetilkirin. Hat ragihandin ku polîsan cenazeyê 4 kesan danîne Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. -
Hunermendên TEV-ÇAND'ê li Nobeda Azadiyê ne
"Nobeda Azadiyê" ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) destpê kir, bênavber dewam dike. -
Li Farqînê şopa 'şerê navxweyî'
Di nava 5 rojên qedexeya derketina derve ya li Farqînê de, ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a hikûmeta AKP'ê ve hat îlankirin, tankan top û bombe li navenda bajêr barandin. -
Heman navnîşan heman dîmenên hovîtiyê
Li Bismîlê 4 kesên ku ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, cenazeyên wan piştî ku danîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê li ser navnîşana Twîtterê ya "JITEM ?@_J_I_T_E_M_" wêneyên 4 kesên ku hatine qetilkirin hatin parvekirin. -
Li Îzmîrê civîna nasandina namzetên HDP’ê
Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê bi armanca nasandina namzetên xwe civînek li dar xist. -
Yuksekdağ: Em ê careke din û hê mezintir bi ser kevin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di civîna nasandina namzetên Wanê de axivî got: “Em ê di hilbijartinê 1’ê Mijarê de careke din û hê mezintir bi ser bikevin.” -
Balafirên şer û helîkopteran Şehîdgeha Çemçê bomberdûman kir
Balafirên şer û helîkopterên Tirk, “Şehîdgeha Çemçê” ya li Qaqizmana Qêrsê ya gorên PKK’yiyan û HPG’yiyan lê ne bomberdûman kir. -
Li Bismilê 4 sivîl hatin qetilkirin
Li navçeya Bismilê ku di bin dorpêça leşker û polîsan de ye cenazeyên 4 sivîlên ku hatin qetilkirin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê. -
Şahîn û Sonmez, li Nisêbînê hatin oxirkirin
Li Nisêbînê di dema ku dewletê derketina derve qedexe kir, Ridvan Şahîn û Ahmet Sonmez ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Cenazeyê Şahîn û Sonmez îro li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin. -
'Li Rojava dema pêşketina aboriyê hatiye'
Endamê Komîteya Aboriyê Amedî diyar kir ku li Rojava dema pêşketina aboriyê hatiye. -
Saziyên Civaka Sivîl ên Amedê: Pêwîst e bi Ocalan re diyalog destpê bikin
Li Amedê 20 saziyên civaka sivîl, bang kirin ku bila li Mutabeqata Dolmabahçeyê vegerin û bi Ocalan re diyalog destpê bikin. -
Farqîn şehîdên xwe bi rê dike
Li Farqînê piştî ku rêveberiya awarte hat îlankirin, Vedat Akcanim (17) û Hayriye Hudaverdî (57) ku hatin qetilkirin bi merasîmekê ber bi dawîbûnê ve hatin oxirkirin. -
Siwêregiyan soza piştgiriyê dan Baydemîr
Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Osman Baydemîr xebata xwe ya di çarçoveya hilbijartina 1’ê Mijdarê de li Siwêregê dewam kir. -
Gelê Nisêbînê: Em ti carî serî natewînin!
Gelê Nisêbînê peyama, “Dewlet ji bo komkujiyek mezin hate vir. Her cure çekên giran û rêbazên hov bi kar anî, lê ti encam jê negirtin; em ê heta dawiyê xwerêveberiyên xwe biparêzin.” da. -
Omer Faruk Satilmiş li Qerqelî hat defnkirin
Cenazeyê Omer Faruk Satilmiş ê ku li navçeya Qerqelî ya Wanê ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hat birîndarkirin û duh li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da li taxa Reşîka ya navçeyê hat definkirin. -
‘Berxwedan ti sînoran nas nake’
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nasir Sucaî (Cotkar Sîser) yê di êrîşên hewayî yê li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabû li Wanê bi merasîmeke bi heybet hat definkirin. -
Li hember herêmên gerîla bomberdûmanên hewayî û bejahî
Bomberdûmanên artêşa Tirk hewayî û bejahî bênavber didomin. -
Ji bo Demîrbaş ê hat tehliyekirin daxwaza girtinê
Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş ê duh hat tehliyekirin, rakirin nexweşxaneyê. Dozgeriyê ku hê 24 saet li ser derbas nebûye îtîrazî biryara tehliyeyê kir. -
Fermandarê HPG’ê Aydemîr ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Îsmaîl Aydemîr (Baran Dêrsim), bi strana herî zêde jê hez dikir a “Kizil guller açinca Kurdistan daglarinda” li cem Sakîne Cansiz a ku li Parîsê hat qetilkirin hat definkirin. -
Salih Muslim: Divê Tirkiye ji fobiya Kurd rizgar bibe, naxwe wê zêde zerarê bibîne
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir, ku eger Tirkiye di polîtîkaya xwe ya li ser Sûriyeyê de guhertinekê neke, wê zerareke mezin bibîne. -
Însiyatîfa Gel: Ji bo bîranîna hevrê Baran em têkoşînê hê zêdetir pêş bixin
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bang kir ku ji bo bîranîna endamê Konseya Fermande ya HPG’ê Îsmaîl Aydemîr (Baran Dêrsim) ê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, têkoşîn hê zêdetir bê pêşxistin. -
KCK'ê li dijî hovîtiya faşîzma AKP'ê banga berxwedanê kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê tevî ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji desthilatdariyê ketiye jî, li hemberî gelê Kurd ê ew ji desthilatdariyê xist, êrîşên faşîst dimeşîne. -
Malazgîrt: Artêşa Tirk li Geliyê Doskî têk çû
Yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Amed Malazgîrt, diyar kir ku tevayî êrîş û operasyonên ku artêşa Tirk li Geliyê Doskî pêk anî têk çûn û windahiyên mezin dan. -
Çalakiya ciwanan a bi bisîkletan dewam dike
Ciwan wê di roja çaremîn de ji Bernê xwe bigihînin Romontê. Hat ragihandin, ku ciwan wê 7'ê Cotmehê de li Lozanê bi mîtîngekê werin pêşwazîkirin. -
NPG: Di şexsê Haci Bîrlîk de rûmeta gelê Kurd bi erdê ve hat kişandin, wê hesap bê pirsîn
Fermandariya NPG'ê da xuyakirin, ku di şexsê Haci Bîrlîk de rûmet û şerefa gelê Kurd bi erdê ve hatiye kişandin û destnîşan kir, ku wê hesabê vê were pirsîn.