NPG: Di şexsê Haci Bîrlîk de rûmeta gelê Kurd bi erdê ve hat kişandin, wê hesap bê pirsîn

Fermandariya NPG'ê da xuyakirin, ku di şexsê Haci Bîrlîk de rûmet û şerefa gelê Kurd bi erdê ve hatiye kişandin û destnîşan kir, ku wê hesabê vê were pirsîn.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bang li tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz kir, ku beşdarî merasîma cenaze yê Fermandarê HPG'ê Baran Dêrsim bibe. Fermandariyê da xuyakirin, ku di şexsê Haci Bîrlîk de rûmet û şerefa gelê Kurd bi erdê ve hatiye kişandin û destnîşan kir, ku wê hesabê vê were pirsîn.

Fermandariya Navenda Parastina Gel daxuyaniyeke nivîskî weşand û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Baran Dêrsim ê di 16'ê Îlonê de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, bibîr anî.

BANGA BEŞDARIYA LI MERASÎMA CENAZEYÊ FERMANDARÊ HPG'Ê BARAN DÊRSIM

Fermandariyê got, "Ewladê leheng ê gelê Kurd ê ji hembêza Dêrsimê afirî, şopdarê milîtan ê Apoyî yê wasiyeta Elîşêr û Seyîd Rizayan, Fermandarê Pêşeng hevrêyê me Baran Dêrsim, di 16'ê Îlonê de di encama êrîşên giran ên 2 rojan de şehîd ket. Em banga li tevahiya gelê xwe yê welatparêz û hêzên şoreşger-sosyalîst dikin ku bi rûmet û coşeke mezin beşdarî merasîma cenazeyê hevrêyê me Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Baran Dêrsim bibin û xwedî lê derkevin."

Fermandariya Navenda Parastina Gel diyar kir li Şirnexê di şexsê Haci Lokman Bîrlîk de rûmet û şerefa gelê Kurd bi erdê ve hatiye kaşkirin. Fermandarê da xuyakirin ku Haci Bîrlîk ji aliyê hêzên kontra yên taybet ên AKP'ê yên ku ji mirovahiyê bêpar in û ti nirxekî xwe yê civakî nîne, hatiye qetilkirin. Fermandariyê ragihand, ku her çend Bîrlîk jiyana xwe ji dest daye jî, ji nêz ve 25 caran gule li bedena wî hatiye reşandin.

'DI ŞEXSÊ HACI BÎRLÎK DE RÛMETA GELÊ KURD BI ERDÊ VE HAT KAŞKIRIN'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Qîma xwe bi vê jî neanîne; cenazeyê vî welatparêzê me li pişt wesayîta zirxî girê dane û heta parçe bibe bi erdê ve kaş kirine. Ev hêzên kontra yên ku vê faşîzmê li gelê Kurd û ewladên gelê Kurd dikin, tevî ku nasnameya xwe vedişêrin jî, tê zanîn bê kî ne. Davûtoglû gotibû Haci Lokman Bîrlîk terorîsteke, yanî HPG'yiyeke. Haci Lokman Bîrlîk ewladekî leheng û wêrek ê berxwedêr e, ku di nava hestên kûr ên welatparêziyê yên li Şirnexê de mezin bûye û li dijî mêtîngeriyê li ber xwe daye. Cesedê wî yê ku bi erdê ve hat kaşkirin, di rastiya xwe de şeref û rûmeta gelê Kurd e. Divê dewleta Tirk zanibe ku li wê derê şerefa gelê Kurd bi erdê ve kişandiye û wê hesabê vê jî, çawa pêwîst bike wê bi wî rengî were pirsîn.

'DEWLETA TIRK HEWL DIDE RAYA GIŞTÎ BIXAPÎNE'

Fermandariyê bal kişand ser propagandayên şerê taybet ên Serokkomarê Tirk Erdogan û AKP'ê û ev xal destnîşan kir:

"Gotina Erdogan a 'me zêdeyî 2000 terorîst kuşt' bêbingeh û derew in. Hejmarên rast ji aliyê HPG'ê ve bi raya giştî re hatine parvekirin. Ji ber ku mezintirîn operasyona wan a hewayî bi fiyasko bi encam bû, ji bo ser têkçûna xwe binixumînin, dest bi operasyona xapandina raya giştî kirine. Erdogan û AKP ên ku bi artêşa şerê taybet re operasyonên hewayî didomîne, bi medya şerê taybet re operasyona xapandinê dimeşîne, li hemberî gerîlayê Kurdistanê yên bi şerekÎ lehengî ber bi serketinê ve dimeşin û nûnerê rastiyê ne, li hemberî gelê me yê bi rûmetdarî li ber xwe dide, wê winda bikin."