Hunermendên TEV-ÇAND'ê li Nobeda Azadiyê ne

"Nobeda Azadiyê" ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) destpê kir, bênavber dewam dike.

"Nobeda Azadiyê" ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber avahiya Konseya Ewropayê (KE) destpê kir, bênavber dewam dike.

"Nobeda ji Ocalan re Azadî" di hefteya 172. de ji aliyê hunermendên endamê TEV-ÇAND'ê Seyîdxan, Comert, Berbang, Xemdar û Mehmet Hezexî ve tê meşandin.

Çalakiya ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de destpê kir, ev 1197 roj in bênavber dewam dike.

Çalakger her roj bi dehan mirovên li Strasboûrgê re diyalogê dikin, der barê hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê de agahiyê didin û balê dikişînin ser qirkirin û komkujiyên li Kurdistanê tên kirin.

Di 4'ê Cotmehê roja Yekşemê de, ku hingî çalakgeran nobed pev guhertin, ji ber ku R. T. Erdogan li Strasboûrgê bû û xeterî hebû êrîş li hemberî çalakiya nobedê bê kirin, bi qasî 100 ciwan hatin cihê çalakiyê û nobed girtin. Vê xwedîderketina ciwanan a li çalakiyê, ji bo komên çalakger bû moraleke mezin.

AZADIYA OCALAN XETA ME YA SOR E'

Li ser navê komê Seyîdxan daxuyanî da û destnîşan kir, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta wan a sor e. Seyîdxan diyar kir, ku Kurd azadiya Ocalan weke sedema hebûna xwe dibînin û got, "Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Weke endamên TEV-ÇAND'ê me cihê xwe di nava vê çalakiya dîrokî de girt."

LI DIJÎ ŞERÊ TOPYEKÛN BERXWEDANA TOPYEKÛN

Seyîdxan anî ziman ku li her bajar û navçeyên Kurdistanê, ji ber şerê topyekûn ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin roj nîne cenaze nayê rakirin û da zanîn, ku tevî vê yekê çiyayên Kurdistanê bi balafiran tên bombekirin, xweza, sivîl û heywan tên qetilkirin.

Seyîdxan, operasyonên qirkirina siyasî jî bibîr xist û destnîşan kir, ku yekane armanca AKP û Erdogan ên nekarî 7'ê Hezîranê hezm bikin, biserneketina HDP'ê ye û ji bo vê armanca xwe jî hemû derfetên dewletê bi kar tînin.

Seyîdxan got, "Di pêvajoyeke ku welat bûye qada şerekî topyekûn de, weke hunermendên TEV-ÇAND'ê ew ji bo azadiya Ocalan nobedê digirin. Bi hişmendiya 'deyn û wezîfeya me ye' weke kedkarên hunerê em di nava vê çalakiyê de cih digirin.

Rêber Apo bi nêrîn û azadiya xwe re nehatiye dîlgirtin; wî civakeke dildarê azadiyê afirandiye. Gelê Kurd, ji ber ku bi nêrînên civaka azad ên Rêber Apo re xwe azad dibîne, têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne. Ji ber vê yekê, eger em azadiya Rêberê xwe weke azadiya xwe dibînin, hingî yekane armanca hemû çalakiyên me divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be.

Weke kedkarên hunerê em jî dixwazin bi civaka azad, bi Rêberê azad re jiyan û hunereke azad bijîn. Her Kurdê ku nêrînên Rêber Apo pejirandiye, divê cihê xwe di vê çalakiyê de bigire û bi berpirsyarî rabe.

Ji ber vê yekê, em bi biryar in ku heta Rêber Apo azad bibe, çalakiya xwe bidomînin. Divê Kurd hemû bi berxwedaneke topyekûn û çalakiyan xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin."

...