Cenazeyê Omer Faruk Satilmiş ê ku li navçeya Qerqelî ya Wanê ji aliyê polîs û tîmên taybet ve hat birîndarkirin û duh li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da li taxa Reşîka ya navçeyê hat definkirin. Di merasîma cenaze de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û bertek nîşanî îşkenceya li cenazeyan tê kirin û înfazên tên kirin da û wiha got: "Ti exlaq û mirovahiya van a şer tineye."
Li navçeya Qerqelî ya Wanê di 1'ê Cotmehê de leşker û tîmên taybet Taxa Astêco dorpêçkirin û 2 gerîlayên HGP'ê înfaz kirin û di dema bûyerê de gel ji bo êrîşê asteng bikin bûn mertalên zindî û di wê demê de leşkeran û tîmên taybet welatî gulebaran kirin û ciwanê bi navê Omer Faruk Satilmiş bi giranî birîndar bibû. Satilmiş li Navenda Tipê ya Dursun Odabaş a Wanê dihat dermankirin û duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Satilmiş ji aliyê malbat û gelek welatiyan ji morgê hat wergirtin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Parlamenterê HDP'ê yê berê Kemal Aktaş, rêveberiyên HDP û DBP'ê, hevşaredarên herêmê û bi hezaran welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Cenazeyê Satilmiş di ketina Taxa Reşîka ji aliyê girseyê ve bi dirûşmên ''Bijî Serok Apo'', ''Qatil AKP ji Kurdistanê derkeve" û ''Şehîd namirin'' hat pêşwazkirin. Dema cenaze anîn goristanê demên hestiya hatin jiyîn. Di merasîma cenaze de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Piştî karên definkirinê bi dawî bûn Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Wanê Îbrahîm Alkan axivî û diyar kir ku welatiyên sivîl ên ji bilî bedena wan ti çekên wan tineye ji aliyê leşkeran ve bi hov tên înfazkirin.
Piştî karên definkirinê welatiyan konê sersaxiyê ziyaret kir. Li wir Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî û bal kişand ser şerê ji aliyê Qesrê ve hatiye destpêkirin û wiha got: "Li vî welatî şer ji aliyê Qesrê ve tê derxistin. Di dema em nêzî aştiyê bûn kesên ji bo desthilatdariya xwe winda nekirin şer derxistin û welat ber bi şer ve birin. Ji ber heskerên şer ciwanên me qetil dikin û bê vê yekê namînin îşkenceyê li wan dikin."
'YÊN ŞER DIKIN EXLAQEKÎ WAN HEYE'
Yuksekdag da zanîn ku exlaq û mirovahiyekî şer jî heye û wiha axivî: "Di şerê van de ti exlaq û mirovahî tineye. Duh cenazeyê Lokman Bîrlîk bi panzerê ve girêdan û rakêşandin. Li vir îşkenceyê li cenazeyan dikin. Yên derdikevin pêşberî kamerayê û digirîn mirovan qetil dikin. Îşkenceyê li cenazeyan dikin."