Li Farqînê şopa 'şerê navxweyî'
Di nava 5 rojên qedexeya derketina derve ya li Farqînê de, ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a hikûmeta AKP'ê ve hat îlankirin, tankan top û bombe li navenda bajêr barandin.
Di nava 5 rojên qedexeya derketina derve ya li Farqînê de, ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a hikûmeta AKP'ê ve hat îlankirin, tankan top û bombe li navenda bajêr barandin.
Di nava 5 rojên qedexeya derketina derve ya li Farqînê de, ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a hikûmeta AKP'ê ve hat îlankirin, tankan top û bombe li navenda bajêr barandin. Li Taxên Konak û Mescîtê, şopên vê topbaranê tên dîtin. Şêniyên Farqînê yên malên wan hilweşiyane, dixwazin haya raya giştî ya navneteweyî ji vê pêkanîna dewleta Tirk hebe.
Farqîn ku di herikîna dîrokê de ji gelek şaristaniyan re bû paytext, ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûyînê şahidî ji gelek komkujiyan re kir. Farqîn a ku serdestê Deşta Qubîn û Deşta Bismilê ye, di dîroka Komarê de bû xwedî statuya navçeyê. Navçe, ji ber rewşa xwe ya xweser li herêmê bi 'berxwedêriya' xwe tê naskirin. Piştî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê, navçeyê di salên 1990'î de ji qetilkirina 900 sivîlan ji aliyê hêza tarî ya dewletê JÎTEM'ê ve, şahidî kir. Farqîn yek ji wan cihan e, ku rêxistinbûyîna tevgera Kurd a siyasî lê xurt bûye. Di sala 1979'an de yek ji bajarên Kurdistanê ye ku hilbijartinên şaredariyê lê hatiye qezenckirin. Farqîn a ku bi avahiyên xwe yên dîrokî, qesr, îbadetxaneyên dîrokî û Zembilfiroşan tê naskirin, li dîroka Kurdistanê jî navên neyên jibîrkirin, nivîsandiye. Ji ber ku fermandarê efsanewî yê PKK'ê Mahmsûm Korkmaz (Egîd) ji Farqînê ye, vê rewşê hişyariya nasnameya polîtîk a di nava gel de hêsan kir.
Di salên 1990'î de ku polîtîkaya înkar û tinekirinê li ser Kurdan hat ferzkirin, bi sedan gund ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin û bi hezaran malbatan koçî Farqînê kirin. Zarokên van malbatên ji cih û warên xwe bûn jî, li hemberî pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên dewletê, berê xwe dan çiyê û tevlî refên PKK'ê bûn. Di heman demê de yek ji cihê nerazîbûna destpêkê nîşanî qelibandina maseya muzakereyê ji aliyê dewleta Tirk da, Farqîn bû.
Meclîsa Gel a Farqînê ya modela xwerêveberiyê ragihand anî ziman, ku ew naxwazin jiyaneke bi saziyên dewletê yên ser bi AKP'ê ve bijîn. Mîna li bajarên din, li Farqînê jî ev 63 roj in di bin êrîşa polîsên tevgera taybet de jiyana xwe didomînin.
Farqîniyan diyar kirin ku wan darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê û hikûmeta DYP'ê ya ku bi hêzên kontra re di salên 90'î de li Farqînê 900 kes li nava kolanan qetil kirin, dîtine, lê cara yekemîn dîtine ku tankên leşkerî li dijî gel daketine kolanan û top barandine. Di Welatiyan dan xuyakirin ku di nava pênc rojên dawî de, çekên di şerê navbera du welatan de bên bikaranîn, li Farqînê hatine bikaranîn û destnîşan dikin ku komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ve li Farqînê tên kirin, ji aliyê wan ve êdî tên fêmkirin.
Gelê Farqînê anî ziman ku her çend wan gotine, "leşker di bin fermanê de ne, sûcê wan nîne, yê ku vê komkujiyê dike hikûmet" jî, leşkeran bi tank û topan êrîşî navenda bajêr kirine û tînin ziman, ku divê raya giştî bizanibe; ew ê bajarê xwe neterikînin. Gelê Farqînê radigihîne ku helwesta tîmên tevgera taybet a li Farqînê li dijî gel nîşan daye, di qanûnên dewleta Tirk de jî sûc e û komkujiya di nava 5 rojan de bi serê wan de hat, ji ANF'ê re vegot. Êrîşên li hemberî cihên dîrokî û jîngehên sivîlan, şerekî navxweyî tîne bîra mirovan. Li navenda bajêr jî ev rewş derket holê.