‘Berxwedan ti sînoran nas nake’
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nasir Sucaî (Cotkar Sîser) yê di êrîşên hewayî yê li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabû li Wanê bi merasîmeke bi heybet hat definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nasir Sucaî (Cotkar Sîser) yê di êrîşên hewayî yê li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabû li Wanê bi merasîmeke bi heybet hat definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Nasir Sucaî (Cotkar Sîser) yê di êrîşên hewayî yê li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabû li Wanê bi merasîmeke bi heybet hat definkirin. Dayika wî şerpa kesk, sor û zer a li ser stûyê xwe derxist û bi kevirê gora kurê xwe girê da.
Gerîlayê HPG'ê Nasir Sucaî (Cotkar Sîser) ê ji Rojhilatê Kurdistanê ye û di encama bombebarana balafirên şer de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabû li Wanê bi merasîmeke bi heybet hat definkirin. Cenazeyê gerîla Sucaî piştî ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat wergirtin ji bo definkirinê ber bi Wanê ve bi rê ket. Cenazeyê Sucaî di ketina navçeya Westanê de ji hêla bi dehan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin û ber bi Goristana Yenîmahalleyê ya navçeya Îpekyoluyê ve bi rê ket. Li cihê ku karwanê cenaze tê de derbas dibû welatî derketin ser rê û bi nîşaneya serketinê pêşwazî kirin. Cenazeyê Sucaî li ber avahiya Komeleya Gel a Azad bi ala PKK'ê xemilandin û bi berzkirina "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Bi malbata Sucaî yê ji Rojhilat hatibûn re parlamenterên HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, Adem Ozcaner, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî merasîma cenazeyê bûn û cenaze bi xwendina dûayan hat definkirin. Dayika Sucaî şerpa kesk, sor û zer a li ser stûyê xwe derxist û bi kevirê gora kurê xwe girê da.
‘BERXWEDAN TI SÎNORAN NAS NAKE'
Rêveberê MEYA-DER'ê yê Wanê Îdrîs Şaybak di merasîma cenazeyê de axivî û got ku Sucaî ji gundê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û ev tişt anî ziman: "Îro yên derketina nêçîra Kurdan, bi kuştinê dibêjin qey wê kurdan tine bikin bila baş li vê mînakê binêrin. Sucaî Peymana Lozanê qebûl nekir. Ew li Bakur bû û nîşanî her kesî da ku di berxwedanê de ti sînor tine ye."
'EV BERXWEDAN RÊYA SERKETINA KURDAN E'
Parlamenter Lezgîn Botan diyar kir ku berxwedana ji bo jiyaneke azad tê meşandin li Kurdistanê didome û wiha axivî: "Gelê Kurd ala azadiyê ya Rojhilata Navîn xistiye destê xwe. Bêyî berdeldayînê em nikarin azad bibin. Em ê mehek şûnde van kesan di sindoqan de bifetisînin. Piştî vê yekê em ê Kurdistana azad ava bikin."
‘KURÊ MIN ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ YE'
Bavê Sucaî yê ji Rojhilat hatibû û tevlî merasîma cenaze bû hestên xwe bi van gotinan anî ziman: "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye. Bila serê her çar parçeyên Kurdistanê sax be. Bila serê Rêber Apo sax be."
Piştî merasîmê welatî çûn konê sersaxiyê ya li taxa Şafakê hatibû vedan û sersaxî ji malbatê xwestin.