Şahîn û Sonmez, li Nisêbînê hatin oxirkirin

Li Nisêbînê di dema ku dewletê derketina derve qedexe kir, Ridvan Şahîn û Ahmet Sonmez ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Cenazeyê Şahîn û Sonmez îro li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin.

Li Nisêbînê di dema ku dewletê derketina derve qedexe kir, Ridvan Şahîn û Ahmet Sonmez ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. Cenazeyê Şahîn û Sonmez îro li Nisêbînê ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên Ridvan Şahîn û Ahmet Sonmez ê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatin qetilkirin, bi tevlîbûna deh hezaran hatin defnkirin. Cenazeyên ku ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hatin wergirtin anîn Nisêbînê.

Bi hezaran kesî cenaze li Nisêbînê li qada Newrozê pêşwazî kirin. Li vê derê Berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata di axaftina xwe de got: “Li hember îmha, înkar û asîmîlasyonê Nisêbînê dîsa li ber xwe dide. Em we pîroz dikin, Nîsêbîna rengîn ji 90’î û vir ve li ber xwe dide, dewlet dibê ‘Hûn tinene’, hûn jî dibêjin em hene. Gelê Kurd ji 7’an heta 70’an bi yek dengî gotin an azadî an azadî.”

Piştre Hevserokê MEYA-DER’ê Latîf Tabar wiha axivî: “Em ê bi bîranînên şehîden xwe ve dilsoz bimînin. Ji ber berpirsiyariya vê dilsoziyê jî em ê heta dawiyê li xwerêveberiyên xwe xwedî derkevin.”

Piştî axaftinan, darbestên bi alên KCK’ê vê pêçayî bi dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Nisêbînê” ve bi alên YDG-H, alên kesk, sor û zer û posterên Şahîn û Sonmez ve anîn Şehîdgeha Nisêbînê.

Piştî cenaze spartin axê, girse bi dirûşman belav bû.