Cenazeyê endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Îsmaîl Aydemîr (Baran Dêrsim) ê di êrîşa hewayî ya li çoltarê Pulurê ya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest da bi strana herî zêde jê hez dikir a “Kizil guller açinca Kurdistan daglarinda” li cem Sakîne Cansiz a ku li Parîsê hat qetilkirin hat definkirin.
Cenazeyê endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Îsmaîl Aydemîr (Baran Dêrsim) ê di sala 1995'an de kincên hevalekî li xwe kirin û got "Ez ê biçim dawetê" û tevlî refên PKK'ê bû û di 16-17'ê Îlonê de li çoltarê navçeya Pulurê ya Dêrsimê bu 3 hevalên xwe re di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest da li Dêrsimê hat definkirin. Cenazeyê Aydemîr 2 hefte bûn bi hincetên cuda nedidan malbatê û duh cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Xerpêt hat wergirtin û anîn Cemxaneya Dêrsimê. Ji bo cenaze şevê din li cemxaneyê bi dor nobet hat girtin û serê sibê ji bo Aydemîr li cemxaneyê merasîma cenaze hat lidarxistin û gelê Dêrsimê Aydemîr bi tenê nehişt.
Di merasîma cenaze de li gel malbata Aydemîr bi hezaran welatî, parlamenterên HDP'ê yên Dêrsimê, hevşaredarên Dêrsimê, HDP, DBP, DHF, ESP, EMEK, Partîzan, MEYA-DER tevlî bûn. Di merasîmê de li gel wêneyên Aydemîr wêneyên gerîlayên HPG'ê Abdurrahman Akçin (Erdal), Sedat Arslan (Botan) û Resul Balikçi (Cîlo Kop) û pankarta "Zarokê di şopa Alîşêrên da dimeşîn, girêdayî wesiyeta Seyîd Rizayan û zarokê leheng ê Dêrsimê, hezkirê Kurdistana azad Baran Dêrsim û rêhevalên wî nemir in" hat vekirin. Di merasîmê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên kesk, sor û zer hatin vekirin û dirûşmên, “PKK gele gel li vir e" hatin berzkirin", “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.
'EW LI KURDISTANÊ GULEKE SOR BÛ'
Di dema merasîma cenaze de li derdora cemxaneyê helîkoptera skorsky nizim difiriya. Di merasîma cenazeyê Aydemîr de strana herî zêde jê hez dikir “Kizil guller açinca Kurdistan daglarinda” hat guhdarkirin. Piştî wecîbeyên olî û rêzgirtinê kesekî li ser navê Fermandariya Qada HPG'ê nivîsek xwend. Piştre Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu axivî û wiha got: "Rêya we rêya me ye. Lehengên me çawa şer kiribin em jî wiha şer bikin. Em ê têkoşîna şoreşê bidomînin. Serê Kurdistan û Dêrsimê sax be." Onlu bal kişand ser strana Aydemîr hez jê dikir û wiha axivî: "Berî tevlî PKK'ê bibe gelek guhdariya strana ‘Kizil guller açinca Kurdistan daglarinda’ dikir. Di stranê de dibêje ‘Kizil guller açinca Kurdistan daglarinda’ ew hema wiha bû. Ew li Kurdistanê guleke sor bû. Dibêje 'ji berxwedanê re dawet heye' erê îro ji me re ji berxwedanê re dawet heye." Onlu anî ziman ku keda Aydemîr di xebatên ciwanan, girtîgehên Tirkiyeyê û çiyayên Kurdistanê de heye û wiha pê de çû: "Lehengê Kurdistanê ti heqê xwe li me helal bike."
LI CEM SAKÎNE CANSIZ HAT DEFINKIRIN
Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Aydemîr ji aliyê girseyê ve hat wergirtin û bi tilîlî, çepik û dirûşman ber bi Goristana Esrî ya Şaredariya Dêrsimê ve bi meşê derxistin rê. Cenazeyê Aydemîr piştî meşê li cem gora Sakîne Cansiz a 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê bi 2 hevalên xwe re hat qetilkirin û gora gerîlayê HPG'ê Tolga Ozdenk (Firat) ê 28'ê Tebaxê li Qislê jiyana xwe ji dest da hat definkirin.
Piştî karên definkirinê û rêzgirtinê Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bul axaftinek kin kir û wiha got: "Em vê hişmendiyê ji Dêrsîm, Gurgum, Çorum û Sêwasê dizanin. Em dîsa ji Haci Bîrlîk ê ku bi panzerê ve di erdê re hat kişandin dinasin. Heye ev gel azad nebe ev têkoşîn bi dawî nebe."