Siwêregiyan soza piştgiriyê dan Baydemîr
Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Osman Baydemîr xebata xwe ya di çarçoveya hilbijartina 1’ê Mijdarê de li Siwêregê dewam kir.
Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Osman Baydemîr xebata xwe ya di çarçoveya hilbijartina 1’ê Mijdarê de li Siwêregê dewam kir.
Parlamenterê Rihayê yê HDP’ê Osman Baydemîr xebata xwe ya di çarçoveya hilbijartina 1’ê Mijdarê de li Siwêregê dewam kir. Parlamenterê Riha yê HDP’ê Osman Baydemîr xebatên xwe yên hilbijartinê bênavber didomîne. Baydemîr roja xwe li yek ji navçeyên mezin ên Rihayê Siwêregê derbas kir.
Osman Baydemîr ê saetên zû yê sibê hat Siwêregê ji aliyê Hevserokê HDP’a Siwêregê Kamîl Goktaş û partiyiyan ve hat pêşwazîkirin. Bernameya ku bi serdana esnafan destpê kir, Baydemîr ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê destek xwest. Esnaf û welatiyan ji bo Baydemîr bi ser bikeve dûa kirin. Ciwanên ku ji bo wêneyan bi Baydemîr re bigirin ketin rêzê yek ji rengiya bernameya Siwêregê bû.
Osman Baydemîr piştî esnafên Cadeya Hurriyet ziyaret kir, Çarşiya Spotvanan a Siwêregê ya wek “bazara îspayî” tê naskirin ziyaret kir. Baydemîr diyar kir ku ew bawer e wê HDP di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de li Rihayê bibe partiya yekemîn. Bernameya Siwêregê ya bi serdanên taziye ûeşrafan dewam kir, Baydemîr herî dawî bi Serokê Sîteya Sanayî ya Alavên Madenî ya Siwêregê Haci Înan re hevdîtin pêk anî. Baydemîr û Înan têkildarî pirsgirêkên esnafan axivîn.