Yuksekdağ: Em ê careke din û hê mezintir bi ser kevin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di civîna nasandina namzetên Wanê de axivî got: “Em ê di hilbijartinê 1’ê Mijarê de careke din û hê mezintir bi ser bikevin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di civîna nasandina namzetên Wanê de axivî got: “Em ê di hilbijartinê 1’ê Mijarê de careke din û hê mezintir bi ser bikevin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di civîna nasandina namzetên Wanê de axivî got: “Em ê di hilbijartinê 1’ê Mijarê de careke din û hê mezintir bi ser bikevin.” Yuksekdag anî ziman ku AKP’ê bi hevkariya bi bazirganên çekan, baronên şer, çeteyan re bi têkiliyên kûr desthilatdarî ava kiriye.
Li Wanê beriya hilbijartinên 1’ê Mijdarê namzetên parlamenteriyê yên Wanê yên HDP’ê bi merasîmeke berfireh hatin nasandin. Di civîna nasandinê ya li Salona Dawetê ya Dîren a Tûşbayê de hat lidarxistin, li gel Hevseroka HDP’ê û namzeta parlamenteriyê yên HDP’ê ya Wanê Fîgen Yuksekdag, parlamenterên HDP’ê, rêveberên navçe û bajêr ên HDP û DBP’ê, nûnerên saziyên civaka sivîl, hevşaredarên navçe û bajêr û bi sedan kes di civînê de amade bûn. Di civînê de salon bi alên HDP’ê hatin nixumandin û cara yekemîn di civîna nasandinê de ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat.
‘EM Ê LI WANÊ JI 8’AN 8 BIGIRIN Û EM Ê DERSÊ BIDIN AKP’Ê’
Di civîna nasandina namzetan de axaftina yekem Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî kir, diyar kir AKP’ê encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê tehemul nekir û got ku 1’ê Mijdarê li Wanê wê HDP’e, 8 parlamenteran derxe û dersek baş bide AKP’ê.
‘EM Ê CAREKE DIN BI SER KEVIN, MEZINTIR BI SER KEVIN’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de di nav gelên Tirkiyeyê pirek çêbûye, destnîşan kir ku bi vê, cara yekemîn nêzî aştiyê bûne, di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de wê careke din û mezintir serketinê bi dest bixin.
‘HÛN Ê XWÎNA DESTÊN XWE ÇAWA PAQIJ BIKIN?’
Yuksekdag bi bîr xist ku AKP ji bo hesabên hilbijartinên pêşwext, şerê hundirîn daye destpêkirin, xwîna xwişk û birayan rijandiye û wiha got: “We dersek herî mezin a demokrasiyê di 7’ê Hezîranê de da wan, mînaka herî baş a baweriyê we pêşkêş kir. Nîha em ê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de bi biryareke xurttir bi ser kevin.”
‘AKP’Ê BI HEVKARIYA TÊKÎLÎYÊN TARÎ VE DESTHILATIYEK SIYASÎ AVA KIR’
Yuksekdag destnîşan kir ku şerê hundirîn ê li Tirkiyeyê bê berpirsê wê kî ye, tevahî cîhan dizane. Yuksekdag bal kişand ser bê AKP’e çawa bi şer xwe mezin dike û anî ziman ku AKP’ê bi hevkariya bi bazirganên çekan, baronên şer, çeteyan re bi têkiliyên kûr desthilatdarî ava kiriye.
Piştî axaftina Yuksekdag, bername bi dirûşm, çepik û tilîliyan ve bi dawî bû.