Farqîn şehîdên xwe bi rê dike

Li Farqînê piştî ku rêveberiya awarte hat îlankirin, Vedat Akcanim (17) û Hayriye Hudaverdî (57) ku hatin qetilkirin bi merasîmekê ber bi dawîbûnê ve hatin oxirkirin.

Li Farqînê piştî ku rêveberiya awarte hat îlankirin, Vedat Akcanim (17) û Hayriye Hudaverdî (57) ku hatin qetilkirin bi merasîmekê ber bi dawîbûnê ve hatin oxirkirin.

Li navçeya Farqîna Amedê di 1'ê Cotmehê de ku rêveberiya awarte hatibû îlankirin, di encama êrîşa polîs û tîmên taybet de Vedat Akcanim (17) û Hayriye Hudaverdî (75) ku ji 4 kesên jiyana xwe ji dest dabûn in, piştî ku duh li navçeyê rêveberiya awarte hat rakirin îro li navçeyê bi merasîmekê hatin oxirkirin. Akcanim û Hudaverdî ku hatin qetilkirin piştî ku cenazeyên wan ji bo otopsiyê anîbû Amedê û piştî otopsiyê ku anîn Farqînê bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin definkirin.

Di pêşwazîkirina cenazeyan de Parlementera HDP'ê ya Amedê Sîbel Ygîtalp, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û bi hezaran kes amade bûn. Cenazeyê Vedat Akcanim ji bo definkirinê birin Goristana Taxa Ferîdûn a Hayriye Hudaverdî jî birin Goristana Taxa Konak.

Cenazeyê Akcanim ku bi dirûşmên, "Têkoşîn serhildan rêya me rêya şehîdan" û "Bijî berxwedana Farqînê" birin goristanê piştî wecîbeyên olî hat definkirin. Piştî definkirinê deqeyek rêz hat girtin.

Hevserokê HDP'a Amedê Omer Onen ku tevlî merasîmê bû li vê derê axaftinek kir û diyar kir ku gelê Kurd ku li Cizîr, Farqîn û Nisêbînê rastî êrîşan hat bi dîrokeke bêhempa ketin dîrokê. Onen anî ziman ku wê li hemberî vê şerê qirêj gel têkoşîna xwe bi biryarek mezin berdewam bike.

Piştî merasîma cenazeyê Akcanim, cenazeyê Hayriye Hudaverdî ji bo definkirinê birin Goristana Taxa Konakê. Di ketina goristanê de jinan darbesta Hudaverdî dan ser milê xwe û anîn goristanê. Piştî wecîbeyên olî Hudaverdî bi çepikan hat definkirin.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer li vê derê axivî da zanîn ku dayika Hayriye li dijî êrîş û qetlîamên polîsan bêdeng nemaye û ji ber wê hatiye qetilkirin û got divê her kes wekî wê di nava berxwedanê de be û wiha got: "Gelê Kurd gelekî lehenge. Ti car li hemberî êrîşan serê netewand û wê her tim di nava têkoşînê de be."

Biraziyê Hudaverdî Ramazan Hudaverdî jî da zanîn ku gelê Kurd li dijî pêkanînên dijmirovahî têkoşînê dide û wiha got: "Çar parçeyan ji hev qut kirin û li gorî daxwaza xwe erdên me talan dikin. Piştî ku erdên me firotin bi guleyên ku stendin berdidin me."

Piştî merasîmê girse ji ser goristanê veqetiya, ji bo Vedat Akcanim li Taxa Ferîdûn û ji bo Hayriye Hudaverdî jî li Taxa Konakê cihê sersaxiyê hat vekirin.